NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê 4 partiyan daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ji bo avakirina hikûmetê wan li hev kirin. Partiyan bal kişandin ser koalîsyoneke berfireh.
Li Iraqê piştî hilbijartina 12’ê Gulana 2018’an, niha jî hikûmeta ku divê were avakirin tê rojevê. Beriya eşkerekirina encamên hilbijartinê Sarîûn a bi ser Mukteda Es Sadr, lîsteya Nasir a Haydar Ebadî, lîsteya pêşengê Şîî Amr Hekîm Hîkme û lîsteya Vataniye ya Iyad Alavî piştî hevdîtinan ji bo koalîsyonê li hev kiribûn.
Piştî eşkerekirina encamên teqez ên hilbijartinê, li ser navê Iyad Alavî Kazim Şammarî, Mukteda Es Sadr, Serokwezîr Haydar Ebadî, pêşengî Şîî Ammar El Hekîm û pêşengî Sunnî Salih Mûtlak li Bexdayê, li otêla Babylonê li hev civiyan.
DAXUYANIYA KOMÊN KU KETIN MECLÎSÊ
Komên Saîrûn, Nasir, Hîkmet û Vataniye yên ku ketibûn meclîsê, daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ji bo berjewendiya welat, wan biryara vê koalîsyonê dane. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku ev koalîsyon ji partiyên siyasî yên din re jî vekiriye. Hat ragihandin ku piştî cejnê ev koalîsyon ji bo ku karibe Kurdan jî tevlî nava xebatên avakirina hikûmetê bike, ew ê biçin serdana Hewlêrê.