STENBOL - HDK’ê bi boneya Cejna Qûrbanê peyam weşand û cejna gelên Misilman pîroz kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya Cejna Qûrbanê peyam weşand. HDK’ê di peyama weşand de wiha got: “Hêz û dîktatorên dixwazin bibin hikmdarên cîhanê, ji berjewendî û sermayeya xwe jiyana gelan veguherandin dojehê. Di pergala dojehê ya ferz dikin de, hemû nirxên edalet, wekhevî, piştevanî, parvekirin, yekitî, aştî û azadiyê ji nirx xistin. Ev hemû qûrbanê bêexlaqî, bêwijdanî û takekesiyê tên kirin.
Li dijî hêzên dixwazin cîhanê bixin bin desthilatdariya xwe têkoşîn dayîn, rêya herî pîroz û dozek miroviye. Dîroka gelên misilman, bi mînakên rêyên birûmet û dilpak ên wiha tijene. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesileya mezinkirin û bihêzkirina rêyên wiha. Li ser vî esasî em Cejna Qûrbanê ya hemû gelên Misilman pîroz dikin.”