RIHA - HDP û DBP’ê bi wesîleya Cejna Qûrbanê, siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar û Endamê Melîsa HADEP’ê Mûhsîn Melîk li ser gorên wan bi bîr anîn.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) Ferîdûn Yazar û endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) Mûhsîn Melîk ê di 2’yê Hezîrana 1994’an de, di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Gelek kes bi pêşengtiya rêxistinên HDP û DBP’ê, bi boneya Cejna Qûrbanê Melîk û Yazar li ser gorên wan bibîranîn.
Endamên partiyan destpêkê çûn ser gora Melîk a li Goristina Derî ya Harranê. Li ser navê partiyan Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ridvan Yavuz, di bîranînê de axivî û wiha got: “Em, hemû kesên di rêça demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.” Endamên partiyê dûre çûn Goristana Kuçuk Ordek Koy a navçeya Hewaqê û Yazar bibîr anîn û dua li ser gora wî xwendin.
Piştre endamên HDP û DBP’ê çûn ser gora Mîzgîn Karakeçîlî ya di sala 2016’an de li navçeya Qûsera Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat kuştin a gundê Azbekê.