STENBOL - Kedkarên malê yên herî zêde krîza aborî hîs dikin, diyar kirin ku her tişt hatin zemkirin û gotin: "Em ji bazaran dest vale vedigerin malê. Di cejnê de em ê nekarin mêvanan pêşwîza bikin. Em ê deriyên xwe mifte bikin û li malên xwe rûnin."
Bi bilindbûna kura diwîzê re, ji ber krîza aborî ya li welat tê jiyîn, ji esnafan bigirin, heya ajokaran, ji kedkarên nava malê bigirin heya zarokan bi bandor bûn. Ev krîza aborî xizan, xizantir kirin û dibe sedem ku esnaf yek bi yek dikanên xwe bigirin. Kedkarên malê yên li Tarlabaşiya Stenbolê dijîn, diyar kirin ku ji ber bûhabûna amûran wan di vê cejnê de nakarin tiştekê bikirin.
'BOZDOLABA MIN VIRTÛ VALEYE'
Welatî Turkan Seyhan, anî ziman ku krîza aborî ew pir mexdûr kirin û wiha axivî: "Em encex bimeaşê hevjînê min ê emekdariyê kirê bidin û hinke danûstanê bikin. Em bi vî pereyî nikarin debara xwe bikin. Her tişt hatine zemkirin. Di hefteya derbas bûyî de min 50 TL xerc kir. Vê heftê jî min 100 TL xerc kir. Lê min tenê karî hinek amûran bikirim. Dozdolaba min virtûvaleye. Di vê cejnê de tenê min karê kîloyek gûşt bikirim. Ji xwe ew jî têra tu kesê nake." Cîrana Seyhan a fedî dikir biaxivî jî, diyar kir ku ji ber êdî nikere debara xwe bike, serê sibê diçe mîdyeyan paqij dike û got: "Sê zarokên min bi tena serê xwe li malê dimînin û min nekarî ji wan re bêjim, çima em nikarin her tişî bikirin."
'EW DI QESRAN DE, EM JÎ DINAVA HEJARIYÊ DE DIJÎN'
Ji kedkara malê Kezban Salman jî, anî ziman ku piştî gundê wan hat şewitandin neçar man ku koçî vir bikin û wiha axivî: "Li vê derê rewşa me qet nebaşe. Êdî em ji bazarê dest vale vedigerin. Her tişt bûya bûye. Ji ber dolar hemû tişt bûha bûne û ev me dixwe nava zoriyê. Ma em ji dolar çi fem dikin. Serokkomar Erdogan dibêje 'em hemû diheman kêştiyê dene.' Lê Erdogan di qesrande dijî, em jî dinava hejariyê de dijîn. Em têk diçin, ew bixwe jî bilind dibe. Em tu carî di heman kêştiyê de nebûne."
'EM BI NANÊ TISÎ ZIKÊ XWE TIJE DIKIN'
Kedkara malê Emel Evcumen jî, destnîşan kir ku ji bo divê cejnê de mêfan neyên mala wê, dê deriyê xwe mifte bike û li malê rûne. Evcumen, anî ziman ku ew bi nanê tisî zikê xwe tije dikin û wiha axivî: "Ma emê hew piştir çawan rewşa xwe vebêjin? Em nikaran fêkiyan bigirin. Ji bo emekdaran di cejnê de 250 TL dan. Lê ev kêra çi tê. Pîvaz û petate zem kirin. Bi kevçiyan dide me, lê bi kepçeyan ji me digirin."
'EV ŞER Û KRÎZ BI DAWÎ BIBE EMÊ HINEK REHET BIBIN'
Yek ji kedkara malê ku nexwest paşnavê xwe bide Fatma jî, gazincên xwe anîn ziman û wiha bilêv kir: "Em nikarin ji bo zarokên xwe tiştekê bikirin. Ev rewşa bandorek mezin li me kir. Me hemû tişên xwe kêm kirin. Ger wisan biçe, gel dê ji birçînan dakevin kolanan. Ger ev krîz û şer bi dawî bibe, emê hinekê rehet bibin."