AMED – Xizmên windayan ên li Amedê, yên Cejna Qurbanê bi dilek şikestî pêşwazî dikin, tekane daxwaza wan ewe ku goreke wan hebe û di cejnan de biçin ser gorên xwe û dua bixwîn in.
Xizmên windayan ên li Amedê dê îsal jî bi dilekşikestî Cejna Qurbanê pêşwazî bikin. Ji xizmên windayan Îffet Tekdag (63) a du birayên wê Alî û Mehmet Tekdag di salên 1990’î de, hatin windakirin, diyar kir ku bi salane li hestiyên birayên xwe digere, lê nabînin. Tekdag, anî ziman ku ger ew zanibin hestiyên wan li ku derênê, dê biçin ser gorên wan û dua bikin. Tekdag, destnîşan kir ku heya mirinê dê têkoşîna xwe ber dewam bikin.
‘EM HESTIYÊN WAN DIXWAZIN’
Tekdag, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hin caran ez dipencerê de li derve de mêze dikim û ji xwe re dibêjim ‘birayê min li ciheke van deran defin kirine.’ Bes ez nizanim li ku derê defin kirine. Gelek caran dema ez şivanan dibînin, gazî wan dikim û pirsa ‘Gelo cihên hûn diçinê, we qet cenaze dîtin an na?’ dikim. Çi dema rêya min bi Farqînê dike, ez bang Alî dikim. Êdî em hestiyên xwe dixwazin. Êdî bese ji vê êş û azaran re.”
‘EM Ê HESAB BIBIRSIN’
Dayika Şirîn Bayram (18) ê di 1’ê Mijdara 1996’an de li gundê Demîrcî yê navçeya Pasûrê hatin binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin Remziye Bayram jî, diyar kir ku ma ji wan re cejin maye û wiha axivî: “Heya niha ma me kariye em cejnê pîroz bikin? Emê ji vîr û şûn de jî pîroz nekin. Dewletê barê me giran kir, lê emê tu carî dibin vî barî de nemînin. Hîna jî em li virin û li ser piyane. Emê tu carî jî serê xwe netewînin. Em ê tim hesab bipirsin.” Bayram bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê da û got: “Rojek zû ne yek dereng Serokkomar Tayyîp Erdogan jî dê bikeve.”
‘BILA GUREK WAN HEBE’
Xwişka Îbrahîm Gundem ê di sala 1997’an de li navçeya Hezro hat binçavkirin û winda kirin, Ferîde Mafna jî, axivî û wiha got: “Bila goreke windahiyên me hebe. Ji bo di cejnan de em herin ser gorên wan. Cenazeyên wan li ku derêne, êdî bila derbixin holê.”