STENBOL - Dayikên Aştiyê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, 700 hefteye li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin û dixwazin winda bên dîtin, kujer bên darizandin. Dîsa daxwaza edalet û demokrasiyê dikin. Endama Komîsyona Windayên di binçavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan, diyar kir ku 700 hefte ye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin.
Li Tirkiye di salên 1990'an de piştî bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve di bin çavan de hatin windakirin û kuştin û hêj cenazeyê hezaran nediyar e, Dayikên Şemiyê li Stenbolê roja Şemiyê dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Dayikên Şemiyê di sala 1995'an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medya bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Xizmên windayan ku ji çalakiyên Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo mînak girtin, bi rêk û pêk li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Dayikên Şemiyê tevî hemû zext û zordariyan 700 hefteye bê navber bi rêk û pêk çalakiyên xwe berdewam dikin û li aqûbeta windayan digerin. Dayikên Şemiyê ku Qada Galatasarayê ji bo xwe kirine mesken li aqûbeta windayan digerin û dixwazin kujer bên darizandin.
‘DEWLETÊ WINDAKIRIN JI BO XWE KIR POLÎTÎKA
Endama Komîsyona Windayên di binçavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan, diyar kir ku 700 hefte ye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin û wiha got: "Em wekî komisyon ewil di sala 1995'an de hatin avakirin. Li Tirkiye çand û polîtîkaya windakirinê pir kûr û dûr e. Lê piştî darbeya 12'ê Îlonê li Tirkiye windakirin bû pergalek bi rêk û pêk. Piştî salên 1990’an, li Tirkiye windakirin kirin polîtîkaya dewletê. Bi rêk û pêk ev polîtîka xistin meriyetê.
ÇALAKIYA EWIL DI 27'Ê GULANA 1995'AN DE DEST PÊ KIR
Arcan, anî ziman ku ÎHD’ê ewil di sala 1992 an de bi navê “Bila winda bên ditin" kampanya dan destpêkirin û wiha got: "Dayikên Şemiyê jî ewil di sala 1995’an de dest bi çalakiyan kirin. Di salên 1994 û 1995’an de salên herî zêde mirov hatin windakirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê 500 mirov di bin çavan de hatin windakirin. Herî zêde li herêmên OHAL’ê û li bajarên Edirne, Enqere, Îzmirê û çar aliyên Tirkiye mirov hatin windakirin. Hiqûq bê encam ban. Serlêdan bê bersîv man. Di serlêdanên li dozgeriyê de bersîvên 'Polîsê tirk îşkence nake, kesî winda nake' da û dosya girtin. Bi sedan mirov dihatin windakirin lê medya bêdeng bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku der barê windayan de nûçe çêdikirin hat bombekirin. Rojnameger Ferhat Tepe hat binçavkirin û qetilkirin. Qada ku em dengê xwe lê bilind bikin nemabû. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin. Piştî îşkenceya 58 rojan hat kuştin. Cenazeyê wî yê bi îşkenceyê hat kuştin li Goristana Bêkesan hat dîtin. Li ser vê yekê medya cih da bûyerê. Piştî vê bûyerê piraniya xizmên windayan ên jin li hev kom bûn û yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Bi vê çalakiyê xwestin dengê xwe bigînin cemaweriyê û cîhanê."
PIŞTÎ ÇALAKIYAN WINDAKIRIN HAT RAWESTANDIN
Arcan, anî ziman ku bi vê çalakiyê ji bo Tirkiye tarzek nû ya çalakiyan hat destpêkirin û wiha got: "Rayedarên dewletê ewil wate neda çalakiyê. Çalakiya ku bi 30 kesan bêdeng dest pê kir, rê li pêş windakirina mirovan a Tirkiye girt. Piştî vê çalakiyê êdî mirov li Tirkiye nehatin windakirin. Hunermendan ji bo Dayikên Şemiyê stran ristin. Piştî rayedarên dewletê tev li civînên navneteweyî bûn rastî pirsênk windayan hatin. Dayikan ev mijar hem li hundirde welat û hem jî li dervê welat kirin rojev."
HER HEFTE POLÎSAN ÊRÎŞ KIR
Arcan, destnîşan kir ku piştî çalakiya Dayikên Şemiyê belav bû û deng veda rayedarên dewletê ketin rewşek zor û wiha berdewam kir: "Di salên 1995-1999'an de her rojên Şemiyê saet di 12.00'an de bi daxwaza "Bila winda bi dawî bibin, Bila aqûbeta windayan bê diyarkirin, Bila yên winda dikin bên dîtin û darizandin" em li pêş lîseya Galatasarayê kom bûn û me çalakî pêk anîn. Di 15'ê Tebaxa 1998'an hefteya 170’an a çalakiyê de em rastî êrîşa polîsan hatin. Em 30 hefteyî li ser hev rastî lêdana polîsan hatin. Em hatin binçavkirin. Di 13'ê Adara 1999'an de me çalakiya 200’an pêk anî. Em dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Lê piştî vê êrîşê me navber da çalakiyê."
'ME PIŞTÎ 10 SALAN DÎSA DEST BI ÇALAKIYÊ KIRIN'
Arcan, da zanîn ku piştî lêpirsîna Ergenekon a sala 2009'an pêvajoyek nû dest pê kir û wiha lê zêde kir: "Hikûmetê piştre dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsînek çalak pêk anî. Pişti demekê di navbera eniya Ergenekon, Balyoz û hikûmetê de peyman hat avakirin. Piştî vê peymanê li dijî hiqûqê bersûc hatin beraet kirin. Di lêpirsînê de leşkeran diyar kirin ku ferman ji ku girtine, çawa cenaze defin kirine hemû vegotin. Li gel şahidên esasî leşkeran ceza negirtin û hatin berdan. Ser dosyayan girtin. Îro mirov ji ber Tweetê belav dikin tên binçavkirin, girtin û rastî ceza tên. Lê wê demê kesên mirov kuştin der barê wan de lêpirsîn nehat kirin. Kesên ji windakirina 13 kesan berpirsiyar hat dîtin, payeya wî bilind kirin. Li ser vê yekê di piştî 10 salan me di 31'ê Çileya 2009'an de dest bi çalikyan kir."
ÇALAKIYA HERÎ DIJRÊJ YA AŞTIYANE YA TIRKIYE
Arcan, anî ziman ku 23 salin ji bo edalet û demokrasiyê çalakiyan pêk tînin û lêgerina wan didome. Arcan, destnîşan kir ku 700 hefte ye çalakiyan pêk tînin û çalakiya herî dirêj ya aştiyê ya Tirkiye ye û wiha bi dawî kir: "Di cîhanê de çalakiya herî dirêj ya Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo 2 hezar hefte berdewam kir. Piştî vê çalakiyê çalakiya herî dirêj ya me ye. Li ser înat û israra dayik û jinan me çalakiya xwe berdewam kir û têkoşîna me didome. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku di hefteya 700'î de deng bidin çalakiyê. Ev çalakî ne tenê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin pêk tê. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna demokratîkbûna Tirkiye ye. Têkoşîna welatkekî bi edalet û aştiyê ye. Tekoşîna welatekî azad, wekhev, edaletê ye. Li ser bingeha parastina mafên mirovan pêş dikeve. Ev bê edaletiya heyî tenê Dayikên Şemiyê eleqeder nake. Hemû hêzên demokrat û hêzên edalet û demokrasiyê dixwaze eleqeder dike. Edaleta ku neyê Qada Galatasarayê nayê tu derên din. Li Tirkiye ji tu kesên din re jî edalet nayê. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî edalet bê Qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê dixwazin dayikên din heman serpêhatî û êşê nejîn. Hemû kesên ji xwe re dibêjin mirov, divê li têkoşînê xwedî derkevin. Em ji bo aştî, azadî û demokratîkbûna Tirkiye neçarin edaletê bixwazin. Hemû kesên jiyanek bi rûmet, azad û wekhev dixwazin divê di 25'ê Tebaxê de deng bidin dengê dayikên Şemiyê."
MA / Elif Çetiner