ŞIRNEX – Li bajarên herêmê piştî operasyonên leşkerî şewata daristanan derdikeve û rayedarên dewletê mudaxele nakin û hilnadin bin qeydê. Bi hezaran hektar qad hatin şewitandin û welatiyên dixwazin mudaxeleyî şewatê bikin jî leşker ji wan re astengî derdixe.
Her havîn li bajarên kurdan şewat derdikeve û îsal jî dîsa şewat derket û di rojevê de cihê digire. Ji ber xemsarî û çavgirtina rayedarên dewletê bi hezaran hektar qad dişewitin û leşker nahêlin şêniyên herêman mudaxeleyî şewatê bikin. Ev şewat zirarê dide zeviyên çandiniyê û qada daristanan. Li rojavayê Tirkiyeyê ji bo rantê şewat tê derxistin û li bajarên kurdan jî ji ber “gulebaran û bombebarana leşkerî” derdikeve. Hema bêje hemû şewat li “Herêm Ewlehiya Taybet” derdikevin û ji ber qedexekirina herêman destû nayê dayîn mudaxele bê kirin. Saziyên dewletê bi hinceta “ekîpman têr nake” mudaxele nake.
Heta nih li dehan herêmên mîna Dersim, Amed, Mêrîn û Şirnexê bi hezaran hektar qada daristanan şewitî û bûn xwelî. Lê bes ev cihên tên şewitandin di nav qeydên fermî de cih nagire.
Her çiqas walî û qeyemeqamên bajar û navçeyên herêmê îdia bikin şewat nîne jî lê bi dîmen û wêneyên ji herêmên şewatê tên kişandin tên derewandin.
ORMAN YANGINLARI YAYILIYOR
Ji hin şewatên daristanan ên ji aliyê saziyên dewletê ve nehatiye mudaxelekirin û qeydkirin wiha ne:
* Di nîsana 2018’an de li Herêma Uzuntarla a ya Pilemûriya Dersimê helîkoptêran herêm bombebaran kir û şewat derket. Şêniyên herêmê xwestin mudaxele bikin lê bi îdiaya “Herêma qedexekirî” hatin astengkirin.
* Bi zêdekirina operasyonên leşkerî re, herî zêde di meha tîrmeh û tebaxê de şewat derdikeve. Ewil agahiya şewatê ji navçeya Licê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewligê hatin. Ev şewat nêzî qereqolên cendermeyan di 5’ê tîrmehê de derket. Leşkeran mudaxeleya welatiyan asteng kir, lê tevî astengiyan jî welatiyan şewat vemirand.
* Di 6’ê Tîrmehê de li herêma Fermandariya Tugaya Piyadeya 2’an a Motorlu derket û bi mudaxeleya gundiyan vemirî.
* Di 7’ê tîrmehê de Walîtiya Mêrdînê li gundên Talatê yê Nisêbînê û gundê Kovanli yê Mehsertê qedexe îlan kir û bi operasyonên leşkerî re şewat derket û dar û berên welatiyan şewitîn.
* Di 10’ê tîrmehê de li Çiyayê Lîsê ya navçeya Pasûrê ya Amedê ji ber bomberana leşkeriyê şewat derket û welatiyan mudaxele kir. Qadek berfireh şewitî.
* Di 19’ê tîrmehê de li Çiyayê Cudî ya Şirnexê ji ber operasyona leşkerî şewat derket. Ji ber mudaxeleya şewatê hat astengkirin û şewat xwe bi xwe hat vemirandin. Di şewatê de bi hezaran dar şewitîn û bûn xwelî.
* Di 25’ê tîrmehê de li herêma Omerya ya Nisêbînê şewatek dijwar derket û bi hezaran dar şewitîn.
* Di 26’ê tîrmehê de li herêma Çataksu ya navçeya Pertek a Dersimê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket û daristan şewitî. Cara yekemîn bi balafira temartinê mudaxeleyî şewatê hat kirin û şewata bi rojan dewam kir 600 hektar qad şewitî.
* Di 28’ê tîrmehê de li çoltera navbera Licê û Hezro ji ber operasyona leşkerî şewata daristanê derket û di encama hewldanên bi rojan ên gundiyan de şewat hat tefandinê.
* Di 28’ê tîrmehê de ji ber bombebarana SÎHA’yan li Çiyayê Cudî ya Şirnexê şewat derket û bi dehan hektar qada daristanê şewitî.
* Di 14’ê tebaxê de balafirên F16 ên şer, helîkoptêr û SÎHA’yan herêma Çiyayê Sincik a navçeya Xozatê ya Dersimê bombebaran kirin û li qada daristana şewatê derket. Şewat her ku çû li herêmê belav bû û ev çewat niha li çar hawîrdorên Dersimê dewam dike. Saziyên dewletê mudaxeleyî şewatê nakin û bi rojane nayê vemirandin. Heta niha vê herêmê bi hezaran hektar qada daristan şewitî. Dildar, gundî, xwezaparêz li gorî derfetên xwe yên kêm mudaxeleyî şewatê dikin.
* Di 16’ê tebaxê de li çoltera gundên Sîvan, Doganli û Suveren ên navçeya Dara Hênê yên Çewligê şewat derket û şewat li qada daristan a hatiye qedexekirin didome. Leşker destûr nadin gundî şewatê bitefînin û şewat didome.
* Di 16’ê tebaxê de ji ber agirê li qada çopê ya şaredariya navçeya Midyadê ya Mêrdînê derket û gihîşt qada daristanê. Heta niha bi hinceta “ekîpman têr nake” mudaxeleyî şewatê nayê kirin û di şewata 3 roja dom kir de 20 hektar qad şewitî.
* Di 17’ê tebaxê de li çoltera gundê Gelejêr a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê şewat derket. Hat îdiakirin ku şewat ji aliyê “Tîma Mete” ya tîmên taybet ve pêk hatiye û piştî rojekê hat vemirandin. Qadek berfireh şewitî.
* Di 18’ê tebaxê de li çoltera gundê Şerefkan a girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê şewa derket. Gundiyan û komên şaredariyê şewatê tefandin.