* Esnafên Gazîosmanpaşayê diyar kirin ku gellek hilberîn hatin zemkirin û hêza mirovan a kirînî nemaye û gotin: “Çerx nagere, hemû ji berîkê diçe. Me hêviya xwe ji cejnê jî qût kiriye.”
* Li bajarên herêmê piştî operasyonên leşkerî şewata daristanan derdikeve û rayedarên dewletê mudaxele nakin û hilnadin bin qeydê. Bi hezaran hektar qad hatin şewitandin û welatiyên dixwazin mudaxeleyî şewatê bikin jî leşker ji wan re astengî derdixe.
* Dayikên Aştiyê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, 700 hefteye li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin û dixwazin winda bên dîtin, kujer bên darizandin. Dîsa daxwaza edalet û demokrasiyê dikin. Endama Komîsyona Windayên di binçavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan, diyar kir ku 700 hefte ye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin.
* Endamê Lîjneya Serokan a ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî polîtîkaya Tirkiye ya têkildarî Sûriye ye û wiha got: "Şerekî li diji Idlibê pêk bê, dê rê li pêş koçberiyek mezin a ber bi Tirkiyeyê ve veke. Divê hêzên muxalif der barê hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî amade bin."
* Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir dê bi sererastkirina herî dawî ya “Aştiya Hebûnê” rê, “Pereyên reş qebûl” bikin û got: “Pereyên reş ên li Tirkiyeyê tên qezenckirin, weke ku ji derveyî welat re şandibin dê bidin nîşandan û hewl bidin bi vê yekê hin kesan fîhil bikin.”
* Xizmên windayan ên li Amedê, yên Cejna Qurbanê bi dilek şikestî pêşwazî dikin, tekane daxwaza wan ewe ku goreke wan hebe û di cejnan de biçin ser gorên xwe û dua bixwîn in.
* Kedkarên malê yên herî zêde krîza aborî hîs dikin, diyar kirin ku her tişt hatin zemkirin û gotin: "Em ji bazaran dest vale vedigerin malê. Di cejnê de em ê nekarin mêvanan pêşwîza bikin. Em ê deriyên xwe mifte bikin û li malên xwe rûnin."
* HDP dê gora Endamê Meclîsa HADEP'ê Muhsîn Melîk ê di sala 1994'an de hat qetilkirin û gora siyasetmedarê kurd Feridun Yazar ê di sala 2016'an d ji yana xwe ji dest dan ziyaret bikin. (13.00)
* Malbat û saziyên civakî dê gorên 56 kesên di êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî dawetê ya li taxa Beybahçe ya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bikin û wan li ser gorên wan bi bîr bînin. (14.30)
* Malbat û nûnerên saziyên civakê dê bi minasebeta Cejna Qurbanê gorên zarokên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin. (17.00)
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, dê 33 ciwanên di êrîşa bombeyî ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, li navçeya Pirsûsa Rihayê jiyana xwe ji dest dan de, li Halîtagaya Kadîkoyê bibîr bînin. (18.00)