SEMSÛR - Sabrî Sel ê bi hinceta derbarê wî de biryara lêgerîne heye, li Semsûrê hat binçavkirin.
Li navçeya Çîlikan a Semsûrê, Sabrî Sel ê bi hinceta derbarê wê de biryara lêgerînê heye, hat binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê, polîsan Sel birin Midûryeta Polîsan a Çîlikanê.
Li aliyê din Hasan Tunç û kurê wî Yîgît Tunç ên di 15’ê Tebaxê de hat binçavkirin, li Midûryeta polîsan tên girtin. Li bendêye sibe bav Hasan Tunç û kurê wî Yîgît Tunç sewqî edliyê bên kirin.