KCD, TJA, HDP, DBP: Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye

  • rojane
  • 12:43 19 Tebax 2018
  • |
img
AMED - KCD, TJA, HDP û DBP'ê bi daxuyaniyek hevpar êrîşa li dijî Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) şermezar kirin. Nûnerên saziyan diyar kirin ku ev êrîş di şexsê gelê Êzidî yên ku gefa komên DAIŞ’ê li ser hemû gelan avakiribû ji holê rakirin, ji bo mirovahiyê têkoşîneke bêhempa meşandine û berdêlên mezin dane, li hemberî hemû civakên navneteweyî pêk hatiye dinirxînin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê bi awayekî hevpar daxuyanî dan çapemeniyê. Nûneran êrîşa li dijî Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Endamên Meclisa Daykên Aştiyê, nûnerên KCD, HDP, DBP, TJA, OSP, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, parlamenterên HDP'ê û gelek navên cuda amade bûn.  
 
Li ser navê nûnerê Saziyên civakî û partiyên siyasî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk, diyar kir ku hêzên emperyal ên navneteweyî ku çavên xwe ji pêkanîn û polîtîkayên qirkirinê yên dewletên herêmî li ser gelê Êzidî dimeşîne digirin, bi teşwîqkirin û di bin parastina wan de her roj van polîtîkayên xwe bênavber didomînin û wiha got: "Rojhilata Navîn a ku bûye navenda şerê ol û mezheban, herî zêde gelê Êzidî wekî qurbana van şeran hilbijartine. Bi 73 fermanên herî hovane û wehşî xwestin bi komkujiyan gelê Ezidî tune bikin." 
 
BI PÊŞENGIYA JINÊN ÊZÎDÎ ÊZÎDÎ JI DAÎŞÊ RIZGAR KIRIN
 
Ozturk, destnîşan kir ku endamên DAIŞ’ê çar sal berê bi çavgirtina hêzên emperyal ên navneteweyî û bi desteka hin dewletên herêmê êrîşî bajarê Kurdên Êzidî yê pîroz û qedîm Şengalê kirin û wiha axivî: "Li wir komkujiyeke mezin pêkanîn. Bi hezarana jinên Êzidî yên Kurd ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi îşkence,tacîz û destdirêjiya  sîstematîk re rû bi rû man. Ev zilm wekî sûcê dijmirovahiyê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Hê jî derbarê aqubeta bi hezaran jinên Êzidî yên Kurd ku hatibûn revandin nayê zanîn û ev yek ji bo mirovahiyê şermeke mezine. Bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji neçarî xaka xwe ya pîroz terk kirin û koçberî welatên Ewropa û Rojhilata Navîn bûn. Li cihê ku çûnê jî di nava şert û mercên dijmirovahî de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Lê ligel vê zilmê jî gelê me yê Êzidî li ber xwe dan, xaka xwe ya pîroz parastin û ji bo azadiya xwe bi dest bixin dest bi seferberiya înşakirina civaka demokratîk kirin. Bi pêşengiya jinên Êzidî parastina xwe ya cewherî avakirin û xaka Êzidî bi temamî ji çeteyên terorê yên DAIŞ’ê paqij kirin." 
 
PERGALA DEMOKRATÎK TIRS XISTIYE DILÊ HÊZÊN PAŞVERÛ 
 
Ozturk, da zanîn ku ji ber ku Kurdên Êzidî bi hêz û vîna xwe ya xweser li ser bingeha sîstemeke demokratîk û azadîxwaz rêveberiya xwe ava kiriye, tirs û xof xistiye nav dilê hêzên paşverû yên herêmî ku destek dane çeteyên DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: "Paşverûya Rojhilata Navîn hewl dide polîtîkayên êrîşkarî yên li ser gelê me yê Êzidî didin meşandin bi şêwazên cûda bimeşînin û didin meşandin. Gelê me û civaka navneteweyî, daxuyaniyên êrîşkarî û amadekariya destwerdanê yên tifaqa nîjadperest AKP-MHP’ê ku ev saleke li hemberî Şengalê tînin ziman ji nêz ve dişopînin. Çeteyên DAIŞ’ê di 14’ê tebaxê de li gundê Koçoyê komkujî pêk anî bû, çend roj berê balafirên şer ên tirk êrîşî konvoya ji bîranîna salvegera komkujiyaê vedigeriyan, kirin.  Bi vê êrîşê hat dîtin ku amadekariyên xwe bi awayekî pratîkî xistine meriyetê." 
 
'EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN' 
 
Ozturk, da zanin ku wekî saziyên ku îmzeyan wan li bin vê daxuyaniyê hene, vê êrîşa ku ji hêla tifaqa AKP-MHP’ê ve bi armanca komkujiyê pêk hatiye protesto û şermezar dikin û wiha lê zêde kir: "Em vê êrîşî wekî êrîşeke tunekirinê ya li hemberî hebûn û destkeftiyên bi giştî ya gelê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Êzidî dinirxînin. Em vê êrîşê wekî berdewama êrîşên Kerkûk û Efrînê yên li ser bingeha dijminatiya kurdan pêk hatiye, dibînin. Di vê êrîşê de yek ji siyasetmedarê pêşeng  û lawê nirxdar ê gelê Êzidî Mam Zekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê wendabûnê êş û azara me gelekî mezine. Di serî de ji gelê me yê Êzidî, ji malbata Mam Zekî û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin. 
Em hêzên navneteweyî yên çavên xwe ji vê êrîşê re girtine û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ku destûr daye ev êrîş li ser xaka wê pêk were bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku ew jî şirîkê vê êrîş û komployê ne. Divê were zanîn ku êrîşên bi vî rengî wê tucarî nikaribe pêşiya gelê me yê ji bo hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dijîn jiyaneke hevpar dixwazin, bigire. Her wiha wê nikaribe gelê me ji meşa serkeftinê, berxwedan, têkoşîn û azadiyê dûr bixîne. 
Em di wê baweriyê de ne ku wê ev êrîş rê li ber xurtbûna Yekitiya Neteweyî, daxwaz û hewldanên gelê me veke û vê yekê bi leztir bike. Divê hemû saziyên Kurdistanî di wê zanebûnê debin ku ev êrîş li kîjan perçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, li hemberî destkeftî û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd hatiye kirin. Bi vê bîr û baweriyê, destekirin û xwedîderketina li gelê me yê Êzidî û parastina wan ji fermanên nû, peywirek jiyanî ya hemû saziyên Kurdistanî ye." 
 
ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ ROJHILATA NAVÎN Û ŞENGALÊ PÊK HATIYE 
 
Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî daxwazên biratî, aştî, edalet û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn ku li Rojava û Şengalê şînbûye pêk hatiye û wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn dikinku  li hemberî vê êrîşê bisekinin û bi gelê me yê Êzidî re di nava tevkariyê debin. Em vê êrîşê di şexsê gelê Êzidî yên ku gefa çeteyên DAIŞ’ê li ser hemû gelan avakiribû ji holê rakirin, ji bo mirovahiyê têkoşîneke bêhempa meşandine û berdêlên mezin dane, li hemberî hemû civakên navneteweyî pêk hatiye dinirxînin. Ji ber vê yekê em bang li civakên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên ser gelê me yê Êzidî tên meşandin bi hestyarî tevbigerin, bi wan re di nava tevkariyê debin û xwedî li wan derkevin. Em partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl destnîşan dikin ku ev polîtîkayên êrîşkariyê û dijminatiya kurd wê tu tiştekî bi dewleta Tirkiyeyê re nede qezenckirin. Bi van rêbazan wê tucarî encameke erênî bi dest nexe. Em dixwazin careke din dubare bikin ku polîtîkayên tunekirin û înkarê ku bi sedan salan li ser gelê me dimeşînin û îflas kirine. Bi vê bîr, baweriyê em careke din dibêjin ku êrîşên bi vî rengî wê tucarî îrada gelê me ji holê raneke û bang li her kesî dikin ku bi gelê me yê Êzidî re her tim di nava tevkariyê debin û bi wan re bin.
 
 
 
 

Sernavên din

20/08/2018
10:39 Endamên Platforma Derdorê li dijî qedexeya Walî li zozanan hatin cem hev
09:10 Kedkarên malê: Erdogan di qesran de, em jî dinava hejariyê de dijîn
09:10 'Dê bi qanûna Aştiya Hebûnê, pereyên reş qebûl bikin’
09:09 Alper Taş: Krîza aborî dê bi koçberiyek nû zêdetir bibe
09:03 Tekane daxwaza xizmên windayan: Gorek wan hebe
09:03 Dayikên Şemiyê 700 hefteye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin
09:02 Şewatên li herêmê ne tê mudaxelekirin û ne jî tê qeydkirin
09:01 Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN
08:40 Li dijî Sefaretxaneya DYA êrîşa çekdarî
19/08/2018
22:20 Dag: Li dijî faşizmê tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e
19:58 Li Semsûrê binçav kirin
18:19 Alîkarê Waliyê Şirnexê Ergul hat girtin
18:15 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:09 Koma Firqet El-Hemzet, destûr nadin malbatên Xutayî ji Efrinê derkevin
12:53 Leşker vemirandina şewatê asteng dikin
12:43 KCD, TJA, HDP, DBP: Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye
11:41 ‘Dersim kezeb û siberoja me ye’
10:51 Girtiyê nexweş ê 65 salî Ozdal di qomayê de ye
10:43 Li Dersimê şewat berfireh dibe
10:24 Jinên kedkar ên Qerejdaxê: Jinan jiyan afirandiye
09:58 Konukçu: Krîz dê kûrtir bibin, zem li benda me ne
09:16 ‘Hêvî cejn bû, ew jî çû'
09:16 Mexdûrên Beybahçeyê: Dewletê sozên xwe bi cih neanî
09:15 ‘Hîn jî em nizanin kujerên teqîna li Dîlokê kî ne'
09:14 Di dosyeya Haci Lokman Bîrlîk de hêj pêşketin tune ye: Polîs hîn jî li ser kar in
09:14 700 hefteyên Dayikên Şemiyê qediya: Qada Galatasarayê bû goristana me
09:13 Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e
09:12 Ji ber qedexeyan êdî nikare bixebite!
09:11 Mizrakli yê HDP'î: Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN
08:08 Waliyê Colemêrgê 30 herêm qedexe kir
07:38 Gelê Dersîmê bi derfetên xwe agirê daristanê vedimirînin
18/08/2018
19:00 Cenazeyê Mam Zekî Şengalî sipartin axê
17:39 7 kes li Riha hatin binçavkirin
17:36 Êrîş li dijî Midûryeta Polîsan a Mehsertê pêk hat
17:14 Temel: Heta îtîraz nebe guhertin çênabe
Ertan: Di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketin
17:02 Malbata Şenyaşar: Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK nîşan dide ku AKP di nava bûyerê de
16:32 Zeytun: Em dê her dem şopdarê vê pêvajoyê bin
16:23 Beştaş: Em ji bo hilbijartina herêmî amadene
15:54 Artêşa Iraqê rê nadin gel tevlî merasîma Şengalî bibin
15:24 Girtiyê penceşêrê Uçar berdin
15:00 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: Girtiyê nexweş Sevmiş serbest berdin
14:54 Dayîkên Şemiyê: Gorên me bûn qada Galatasarayê
14:34 Şewata li çoltera Elkê vemirandin
14:13 Dundar: Şandina êzîdiyan a kampên nû dewama komkujiyê ye
13:57 Kofî Annan jiyana xwe ji dest da
13:07 Ji AKP’ê peyama hilbijartina zordest
12:47 Di perwerdehiya polîsan a li Efrînê 50 endamên ENKS’ê jî hene
12:06 Şewata li daristanên Dara Hêne, gehişt sînorê gundan
11:40 Dag: Waliyê Dersimê li şûna me hedef nîşan bide, bila şewatê vemirîne
11:23 Welatiyan şewata Daristana Pasûrê vemirand
11:00 Gokkan: Ne wekî kampa penaberan wekî kampa dîlgirtiyan e
10:50 Li Çiyayê Sîncîk bombebaran û operasyon
10:28 66 qadên Şirnexê hatin qedexekirin
10:20 'Mirov nikarin muayene bibin û dermanan bistînin’
10:04 Koçerên zozanan ji ber tirsa şewatê ranazin
09:15 23 malbat 5 mehin nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin
09:14 Kaya: Îmaja 'Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye' tenê ji bo qezenckirina hilbijartinên herêmî ye
09:13 Parêzerê mexdûrên komkujiya Dîlokê: Dixwazin ser dosyeyê bigirin
09:12 Togrûl: Eger hesap ji DAIŞ'ê pirsîbûna dê komkujî li Beybahçeyê pêk nehata
09:12 Parêzer Batûmlû: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
09:11 Geylanî: Ji ber kesên îşkenceyê dikin nayên darizandin, îşkence dewam dike
09:10 Esnafên Colemêrgê: Wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin
08:59 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2018'AN
17/08/2018
19:20 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo Cejna Qurbanê hat redkirin
16:37 Li çoltera Elkê şewat derket
16:05 Baroya Amedê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:50 'Dixwazin Dersimê ji bo mirov û sewalan bikin dojeh’
15:41 Şewata li navçeya Dara Yêne rû da belav bû
15:08 Mam Zekî wê sibe oxir bikin
14:37 Dersimî mûdaxileyî şewata li herêma qedexe dikin
14:34 Ceylan Ertem bang li tevlêbûna çalakiya Dayikên Şemiyê kir
14:28 Telefonên Samsûngê li Tirkiyeyê hatin zemkirin
14:10 Dolar dîsan derket ser 6 TL’an
13:57 Endama MYK'ê ya HDP'ê Agaoglu hat berdan
13:27 Hevşaredarê Bajarokê Komurê Yuka hat binçavkirin
13:03 Tarim Orkam- Sen: Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin
12:47 ÎHD: Divê şewata li Dersimê bê vemirandin
12:33 Temellî: Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye
12:30 Li Xarpêtê girtiyan dixin hucreyên yek kesî
12:10 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serlêdan kir
11:59 6 kes li Agiriyê hatin girtin
11:58 Fermandara YJA-Starê Yildirim hat oxirkirin
11:45 Li Kampa Telhamût lêpirsîn: Cihê erka midûrê ewlekariyê hat guhertin
11:17 Dag: Bila Waliyê Tuncelî li herêma şewatê daxuyanî bide
11:13 Malbata nexweşê giran Apê Dedo dê dest bi çalakiya rûniştinê bike
11:09 Êzidiyên li kampa Mîdyatê: Çima ne nêzî Şengalê, nêzî Îdlîbê?
10:44 Qeyûm encama hilbijartinê ne eciband xebatên rê rawestand
10:23 Dadgehê îfadeya di bin îşkenceyê de esas girt û 19 kes ceza kir
10:17 ‘Bi krîza aborî re zarokên karker zêde dibin’
10:06 Polîsan serê wî şikand, beyî agahiya malbatê emeliyat kirin û avêtin nexweşxanê!
09:23 Esnafên Amedê: Ger ku krîza aborî tune çima em têk diçin?
09:22 Sonmez: Erdogan Tirkiye dixe karesetê
09:21 Ajotvanên qamyonan: Heqê seferê ji Hezarî daket 500 lîreyî
09:21 Tevlêbûna kampanya HeForShe'yê zêde dibe
09:20 5 meh in ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin têdikoşin
09:19 Rewşa Awarte hêj li Colemêrgê ranebûye
09:19 Qurbaniyên cejnê di destê xwediyê xwe de man
09:17 Sari: Krîza aborî û ambargoyê dikandarî qedand