ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN

*Li 15 gund û mezrayên navçeya Farqînê “qedexeya derketina derve” dewam dike. Hat îdîakirin ku di vê operasyonê ekîbek ji 3 kesên bi kincên sivîl pêk tê cih girtine û bi taybetî ev kom sivîlan hedef digire.

* Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Buldan, anî ziman Tirkiye bi rakirina tecrîdê re dikare ji aloziyê xelas bibe. 

* Dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin, wê demê Prz. Eren Keskîn jî parêzeriya Ocalan kiribû. Keskîn destnîşna kir ku li Îmraliyê roja destpêkê jî tecrîd hebû, her çendî girav bi Dayreya Cenga Taybet a Serfermandariya Giştî ve hatibû girêdan jî, dîsa agahî dihatin girtin, lê îro desthilatdariyê hemû rêyên hevdîtinê asteng kiriye.
 
*  24 sal di ser komkujî û şewata Lîcê re derbas bûn. Lê hêj berpirsiyar nehatin cezakirin. Berdevkê Platforma Lîce li Edaletê digere Prz. Şiyar Kaymaz, diyar kir ku ew ji bo edaletê ketin rê, lê rastî bêedaletiyê tên. Prz. Fethi Gumuş jî anî ziman ku her tişt aşkere ye, lê faîl nehatin darizandin. 
 
* Mahmut Okkaş, ji sala 1963’yan ve li Rihayê wênekêşiyê dike. Okkaş, wêneyên “dînan” dikişine û li studyoya xwe bi panoyê ve daldiqîne. Okkaş, anî ziman ku her yek jê xwedî çîrokek cuda ye û ji bo wan dibêje “bîra bajêr” in. 
 
* Li Silopiyê bavê 2 zarokên dibin panzerê de man Yildirim, berdana polîsan nirxand. Bav Yildirim, diyar kir ku ji xwe ji biryarê diyar bû ku dê sûcdar berdin.   
 
* Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî li cihê hezana kana komirê ya Şirnexê lêkolînan kir û got “Heta roja îro mayîna xebatkarên li vir a li jiyanê mucîze ye. Beriya gel bê mexdûrkirin divê tedbîr bên sitendin.” 
 
* Ji ber ku Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdanên ji bo hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hinceta OHAL’ê red dike, parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo “xerakirina biryarê” serlêdan pêk anîn. Parêzer Rezan Sarica wiha got: “Ji bo rakirina vê biryarê çi bivê divê Wezareta Dadê bike.”
 
* Ahmet Şeremet ê di dema darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.” 
 
* Li navçeya Pîranê ya Amedê Vuyriye Tekîn li parkek şaredariyê bufek vekiribû û nane sêlê çêdikir. Lê bufeya Tekîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Tekîn got ku piştî qeyûm dikana wê girtiye li gel keça xwe cihek nû vekiriye û gav paş de neavêtiye. 
 
* Jina bi navê Kiymet Tektaş ji hevjînê xwe yê heşîş dikişand veqetiya, li Sûrê dezgehê zebze û fêkiyan vekir û pê debara xwe dike. Tektaş da zanîn ku wê nêrîna li dijî jinê bi têkoşînê şikandiye û wiha got: "Tiştên civak dispêre me hin hatin guhertin."
 
* Heyeta di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî heye dê li Sêrtê bi gel re bên cem hev. (09.00-18.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 454'an de çalakiya xwe li avahiya Komeleya Mafên Mirovan berdewam bikin. (12.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê dê bi navê "Em ji bo ewlehî û tenduristiya jiyana Ocalan ranawestin" civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)
 
* Xizmên windayan û dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne" dê di hefteya 655’an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00) 
 
* Wekîlên HDP'ê dê têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00) 
 
* Navenda Çanda Mezopotamya  (NÇM), dê li avahiya xwe ya Taksimê bernameya 3'emîn Rojên Çand û Hunera Kurd aşkere bikin. (13.00) 
 
*Saziyên ku 30 hezar îmze li dijî vekirina îmarê ya li qada Nexweşxaneya Tenduristiya Ruh û Sînir a Bakirkoyê kom kirin, dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin û îmzeyan bişînin meclîsa Tirkiye. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 290'an de pêk bîne. (13.30) 
 
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di hefteya 347'an de berdewam bike. (13.30-18.00) 
 
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne