ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-21 09:00:05 *Li 15 gund û mezrayên navçeya Farqînê “qedexeya derketina derve” dewam dike. Hat îdîakirin ku di vê operasyonê ekîbek ji 3 kesên bi kincên sivîl pêk tê cih girtine û bi taybetî ev kom sivîlan hedef digire. * Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Buldan, anî ziman Tirkiye bi rakirina tecrîdê re dikare ji aloziyê xelas bibe.  * Dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin, wê demê Prz. Eren Keskîn jî parêzeriya Ocalan kiribû. Keskîn destnîşna kir ku li Îmraliyê roja destpêkê jî tecrîd hebû, her çendî girav bi Dayreya Cenga Taybet a Serfermandariya Giştî ve hatibû girêdan jî, dîsa agahî dihatin girtin, lê îro desthilatdariyê hemû rêyên hevdîtinê asteng kiriye.   *  24 sal di ser komkujî û şewata Lîcê re derbas bûn. Lê hêj berpirsiyar nehatin cezakirin. Berdevkê Platforma Lîce li Edaletê digere Prz. Şiyar Kaymaz, diyar kir ku ew ji bo edaletê ketin rê, lê rastî bêedaletiyê tên. Prz. Fethi Gumuş jî anî ziman ku her tişt aşkere ye, lê faîl nehatin darizandin.    * Mahmut Okkaş, ji sala 1963’yan ve li Rihayê wênekêşiyê dike. Okkaş, wêneyên “dînan” dikişine û li studyoya xwe bi panoyê ve daldiqîne. Okkaş, anî ziman ku her yek jê xwedî çîrokek cuda ye û ji bo wan dibêje “bîra bajêr” in.    * Li Silopiyê bavê 2 zarokên dibin panzerê de man Yildirim, berdana polîsan nirxand. Bav Yildirim, diyar kir ku ji xwe ji biryarê diyar bû ku dê sûcdar berdin.      * Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî li cihê hezana kana komirê ya Şirnexê lêkolînan kir û got “Heta roja îro mayîna xebatkarên li vir a li jiyanê mucîze ye. Beriya gel bê mexdûrkirin divê tedbîr bên sitendin.”    * Ji ber ku Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdanên ji bo hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hinceta OHAL’ê red dike, parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo “xerakirina biryarê” serlêdan pêk anîn. Parêzer Rezan Sarica wiha got: “Ji bo rakirina vê biryarê çi bivê divê Wezareta Dadê bike.”   * Ahmet Şeremet ê di dema darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.”    * Li navçeya Pîranê ya Amedê Vuyriye Tekîn li parkek şaredariyê bufek vekiribû û nane sêlê çêdikir. Lê bufeya Tekîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Tekîn got ku piştî qeyûm dikana wê girtiye li gel keça xwe cihek nû vekiriye û gav paş de neavêtiye.    * Jina bi navê Kiymet Tektaş ji hevjînê xwe yê heşîş dikişand veqetiya, li Sûrê dezgehê zebze û fêkiyan vekir û pê debara xwe dike. Tektaş da zanîn ku wê nêrîna li dijî jinê bi têkoşînê şikandiye û wiha got: "Tiştên civak dispêre me hin hatin guhertin."   * Heyeta di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî heye dê li Sêrtê bi gel re bên cem hev. (09.00-18.00)   * Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 454'an de çalakiya xwe li avahiya Komeleya Mafên Mirovan berdewam bikin. (12.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê dê bi navê "Em ji bo ewlehî û tenduristiya jiyana Ocalan ranawestin" civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Xizmên windayan û dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne" dê di hefteya 655’an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)    * Wekîlên HDP'ê dê têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)    * Navenda Çanda Mezopotamya  (NÇM), dê li avahiya xwe ya Taksimê bernameya 3'emîn Rojên Çand û Hunera Kurd aşkere bikin. (13.00)    *Saziyên ku 30 hezar îmze li dijî vekirina îmarê ya li qada Nexweşxaneya Tenduristiya Ruh û Sînir a Bakirkoyê kom kirin, dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin û îmzeyan bişînin meclîsa Tirkiye. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 290'an de pêk bîne. (13.30)    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di hefteya 347'an de berdewam bike. (13.30-18.00)