DÎLOK – Mexdûrên komkujiya Beybahçeyê, diyar kirin ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne lê belê tu gavek bi pêş de nehatiye avêtin. Zeynel Çelîkten ku di teqînê de kurê wî yê 15 salî mir, diyar kir ku rayedar soza xwe bi cih neanîne û got: "Derdê me ne pere me re ne."
DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê li daweteke kurdan êrîşeke xwekujiyê pêk anî û di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes mirin û 69 ks jî birîndar bûn. Xizmên windayan û birîndaran destnîşan kirin ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne lê belê hîn jî gavek bi pêş de nehatiye avêtin. Muzîkjen Mesût Garsî ku di teqînê de birîndar bû diyar kir ku dewlet dxwaze êşa kesên xizmên wan di teqînê de mirin bi pereyan bicebirîne û got: "Milyonan jî bidin dê ev birîna me necebire."
‘EW ROJ QIYAMET BÛ'
Zeynel Çelîkten ku di teqînê de kurê wî Abdulhalîm Çelîktenê 15 salî mir, diyar kir ku ew roj ji bo wî qiyamet bû. Çelîkten, bilêv kir ku dema teqîn çêbû yek ji wan kesên yekem e ku çûye cihê bûyerê û dema cihê teqînê dîtiye ketiye erdê û got: "Hem bêhna barûdê, hem bêhna xwînê hem jî bêhna goşt tev li hev bibû. Danê êvarî dema me xwarin xwar, kurê min û hevalên xwe yên taxê derketin derve. Em jî ji bo civînê çûbûn komeleyê. Hîn saetek derbas nebûbû dengê teqînê hat. Dema em ber bi wir ve diçûn, kesên di rê de em dîtin gotin 'hemû kesên dawetê mirin.' Ew roj qet ji bîra min naçe."
‘JI BER EM KURD IN BI ÇAVEKÎ DIN LI ME DINERIN'
Çelîkten, anî ziman ku piştî teqînê rayedarên dewletê li wan nepirsiye. Çelîkten, diyar kir ku di mehên ewil de tim dihatin û li halê wan dipirsîn, lê belê paşê li ser soza xwe nesekinîne. Çelîkten got: "Ev salvegera wê ya dudoyan e. Sala çûyîn di salvegerê de kes nehat û li me nepirsî. Derewên wan çêşa me girnatir dike. Em ne ketine etra pere mereyan. Tenê em destekeke manewî dixwazin. Bi çavekî din li me dinerin."
Mesût Garsî ku roja teqînê muzîkjenê dawetê bû û ji mirinê filitî, di sala 1993'yan de tevî malbata xwe ji gundên xwe yê li Sêrtê koçber bûne. Garsî, dema deh salî bûye li kuçeyên Edeneyê kaxez berhev kirine û pê debara xwe kiriye û ji ber erdheja 1998'an berê xwe dane Dîlokê. Garsî, li Dîlokê ji ber fealiyetên xwe yên siyasî hatiye girtin û bi salan di girtîgehê de maye û herî dawî DAIŞ'ê derbe lêxist.
‘DI ÇAVÊ DEWLETÊ DE TU QÎMETA KURDAN TUNE YE'
Garsî, destnîşan kir ku jiyana wî ya beriya teqînê xweş bû, lê belê piştî teqînê jiyana wî zehmet bûye û got: "Ew ciwanên ku min wan ji zarokatiya wan nas dikir li ber çavên min mirin. Carinan dema diçim dawetan ew ciwanên ku govend digerandin tên ber çavên min. Ma gunehê wan zarokên biçûk çi bû? 60 mirov mirin. Di ser teqînê re 2 sal derbas bûn. Hîn jî di warê darazê de gavek bi pêş ve neçûye. Kî kiriye hîn jî nehatiye aşkerekirin. Eger dewlet bixwaze dikare niha bibîne, lê naxwaze. Yên li wir mirin hemû kurd bûn. Dewlet ji bo kurdan tiştekî jî nake. Çimkî di çav dewletê de tu qîmeta me tune ye."
MA / Muhammed Abdulkadir Esen