MÊRDÎN – Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, der barê plana ku armanc dike êzîdîyên kampa penaberan a Mîdyatê sewqî kampên ser sînor bikin, diyar kir ku ger dê êzîdyan sewq bikin ji divê bibin cihekî ku êzîdî di bin ewlehiyê de bin û karibin xwe îfade bikin. Dundar, anî zinan ku ew ji NY'ê dixwazin ku êzîdî di bin ewlehiyê de bên parastin. Şandina êzîdîyan a Riha, Kîlîs û Dîlokê
Midûriyeta Giştî yê Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir, plan dike ku li Tirkiye 5 kampên penaberan vala bike û wan sewqî kampên nû yên li Riha, Dîlok, Kîlîs û Hatayê bikin. Yek ji van kampên bên valakirin kampa êzîdîyên li Mîdyata Mêrdînê ye. Êzidî vê yekê wekî "Fermanek nû" pênase dikin û naxwazin biçin kampên din. Wezaret armanc dike ku kampa êzîdîyan ya di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, bibin ser sînorê Sûriye. Heyeta ku parlamenterên HDP'ê jî di navde gelek nûnerên saziyên civakî xwestin li Kampê bi êzîdîyan re hevdîtîn bikin. Lê rayedaran destûr nedan ku heyeta HDP’ê kampê zîyaret bike. Dîsa destûr neda ku heyet bi Walîtîyê, AFAD û saziyên dewletê re hevdîtin bikin. Parlamenterên HDP'ê ev rewş birin rojeva melîsê. Heyet tevî bi Komîseriya Meclîsa NY'ê re pêwendî danî jî dîsa destûr nedan ku hevdîtinan bikin.
‘NY JÎ BERSÎV NEDA'
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, diyar kir ku kampa êzîdîyan kampa komkirinê ye û wiha got: "Ji destpêkê heta niha zor û zahmetî pir zêde ne. Dixwazin êzîdiyan li navçeya Mîdyatê di malan de bi cih bikin. Lê dema wan li malan bi cih bikin ewlehiya van malbatan tune ye. Berî ku kampê vala bikin me xwest bi êzîdîyên kampê re hevdîtin bikin. Lê destûr nedan. Me bersivek neyînî ji Walî û nûnerê AFAD'ê negirt. Tevî ku kamp di bin venêrtina Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî NY'ê bersîv neda daxwaza me ya hevdîtinê. Em dibînin ku rayedarên Tirkiye û NY bi hevre girêdayî ne û li gorî hev tev digerin û biryaran didin. Lêgerîna me ya çareseriyê dê bidome. Piştgiriya me ya ji bo êzîdî û gelê Şengalê wê bidome. DAÎŞ'ê xwest êzîdîyan qetil bikin û tine bikin. Xwestin wan ji bawerî, çand û nasname û axa wan qut bikin. Niha şandina kampên din jî bi heman armancê ye. Berdewama komkujiyek din e. Dê dîsa rastî politikaya pişaftinê bên. Dîsa dê ji çand, bawerî û nirxên xwe dûr bikevin. Em ji NY'ê dixwazin ku wan bibin cihekî ku di bin ewlehiyê de bin û karibin azad bawerî, çand û ramanên xwe bijîn û azad karibin xwe îfade bikin. Divê hemû cemawerî jî ji bo êzîdîyan derfetên xwe sefer ber bikin."
MA / Ahmet Kanbal