ÇEWLIK - Ji bo vemirandina şewata daristanên li çoltera navçeya Dara Hêne rû da, tu xebat nayên kirin. Hat diyar kirin ku gundî, ji bo şewat neavêje malên wan, hewl didin şewatê asteng dikin.
Şewata berî du rojan li daristanên gundên Doganli, Sîvan û Suveren ên navçeyên Dara Hêne ya Çewlîkê rû da, ji ber bayê li hemû herêmê belav dibe. Gundî ji bo şewat neavêje malên wan hewl didin şewatê asteng bikin. Hat diyar kirin ku bi tu awayê rayedar mûdaxileyê şewatê nakin.
NIKARIN XWE BIGIHÎNIN WALÎ
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlîkê Erdol Aydemîr, diyar kir ku ji herêmê hîna jî dûman bilind dibin û wiha axivî: “Ji duh ve em hewl didin xwe bigihînin Waliyê Çewlîkê, lê heya niha bi tu awayî me nekarî em xwe bigihînin walî. Mûdaxileyê şewatê nayê kirin. Tenê gundî bi derfetên xwe, ji bo şewat neavêje malên wan, hewl didin şewatê asteng bikin.”