DERSIM - Koçerên zozanan ên nêzî herêma şewat lê berdewam dike ya navçeya Xozatê dijîn, diyar kirin ku herêma dişewite nêzî wane û gotin: “Em ji ber tirsa şewatê bi şevê ranazin. Em dixwazin demildest şewat bê vemirandin.”
Şewata, ji ber bombebarana helîkopteran û topên hewanê yên ji qereqolan hatin vêtin, bi herêma Alîbaogazî ya navçeya Xozata Dersimê ket, gehişt sînorên navçeyên Çemîşgezek û Pulurê Ovacikê. Ji 10 rojî zêdetire şewat didome û ji ber bayê, her ku diçe berfireh dibe. Bertekên li dijî bedengbûna rayedaran a li hemberî şewatê berdewam dikn. Koçerên zozanên herêma Çakmali ya dikeve navbera herêmên şewat lê derketî û Hevserokê HDP’ê ya Xozatê Medet Menteşe fikarên xwe anîn ziman.
‘EV NÎŞANEYA HÊZA ÊRÎŞAN A DEWLETÊ YE’
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xozatê Medet Menteş, diyar kir ku dewlet Dersimê mîna welatekê cuda dibîne û wiha axiv: “Dewlet ji ber vê daristanên Dersimê dişewitîne. Ji komkujiya Dersimê ya 1937-38’an û heya niha daristanên Dersimê tên şewitandin. Ev şewat hêza êrîşên dewletê radixe ber çavan. Ji bejahî çiqasê mûdaxiliyê şewatê bê kirin jî, ne pêkane ku şewat bê kontrolkirin. Divê di hewade mûdaliyê şewatê bê kirin.”
‘FIKARA EWLEKARIYÊ NE RASTE’
Menteşe, da zanîn ku bi taybetê qadên jiyanê tên şewitandin û wiha got: “Armanc dikin ku Dersimê tune bikni. Bertekên civakî yên li Dersimê kêm bûne. Ev mijara rexnê ye. Divê civak evqas ne bêdeng be. Dewlet polîtîkayan du alî li Dersimê bi rêve dibe. Bi hincetên operasyon û ewlekariyê destûr nayê dayîn kes mûdaxileyê şewatê bikin û ew bi xwe jî mûdaxile nakin. Lê fikar û hincetên ewlekariyê ne rastin.”
‘ARMANC DIKIN KU HERÊMÊ BÊ MIROV BIKIN’
Ji koçberên zozanên herêma Çakmakli ya nêzî herêmên şewatê Bîrsen Yildiz a 65 salî jî, anî ziman ku bi zanebûn herêmê bi helîkopteran bomberan dikin û wiha axivî: “Bi zanebûn herêmê dişewitînin. Gelo çima çiyayên me dişewitînin? Hemam polîtîka di salên 90’î de jî, bi rêve birin. Bi vê armanc dikin ku me ji qadên me yên jiyanê dûr bixin û axa xwe biterikînin. Ev ax, axa dapîr û kalên mene. Em vê derê hatin dine û emê li vê derê bimirin. Dewletê bêhejmar, gund û gomên me şewitandin. Êdî bese, ma hûn çi ji me dixwazin. Em koçerin û destûrê nadin em serê xwe derbixin derve. Dixwazin em koçber bikin. Ji van polîtîkayên êrîşkar ên dewletê re êdî bese.”
‘JI BER TIRSA ŞEWATÊ EM NARAZIN’
Koçara 55 salî Xezal Dogan jî, destnîşan kir ku dewlet xwezaya wan dişewitîne û wiha got: “Armanc dikin ku herêmê bê mirov bikin. Em bi ax û xwezaya xwe re hene. Lê dewlet dixwaze me ji welatê me derbixîne. Gelo ev dijminantiya dewletê ya li dijî em dê kengî bi dawî bibe? Êdî bese. Herêma dişewite pir nêzî me ye. Ji tirsa şewatê bi şev em ranazin. Em nizanin emê çibikin. Her ku diçe şewat nêzî zozanan dibe. Divê demildest şewat bê vemirandin.”
MA / Semra Turan