EDENE – 23 malbatnên ku zarokên wan di demên cuda de li çiyayê Amanosan di operasyonên leşkerî de jiyana xwe ji dest dane û li goristana bêkesan hatine defin kirin, li gel cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirine jî nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin.
Li Çiyayê Amanosê li gorî daxuyaniyên TSK'ê ji Adarê heta niha di demên cuda de nêzî 40 endamên HPG'ê bi Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 30 cenazeyên endamên HPG'ê anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Malbatên endamên HPG'ê Îsmail Ozdemir û Necmettin Kutum û 2 endamên HPG'ê yên din piştî cenaze teşhîs kirin, cenaze li bajarê xwe defin kirin. 26 cenaze jî tê gotin ku li Goristana Bêkesan a Asrî, Kabasakal, Buruk û Kuçukoba yên Edeneyê hatine veşartin. Malbatmên HPG'iyan li gel rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) dan û gelek cenaze teşhîs kirin. Lê li gel malbatan gelek cenaze teşhîs kirin jî dîsa li goristanên bêkesan hatin defin kirin. Nûnerên ATK'ê ji bo teşhîskirina DNA mînakên xwînê ji malbatan xwestin. Li gel malbatan cenaze teşhîs kirin jî hêj rayedarên ATK'ê cenaze nedane malbatan.
Malbatên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniye û Dortyolê dan û îfade dan. Lê dîsa tu encam negirtin.
MALBAT: ÎŞKENCE LI CENAZEYAN KIRINE
Malbatan diyar kirin ku zarokên wan ên HPG'î ku bi êrîşa SÎHA hatine kuştin, bedena wan perçe bûye şewat çêbûye. Malbatên ji bo teşhîsê ketin morgê, anîn ziman ku îşkence li bedena zarokên wan hatine kirin û beden hatine perçekirin. Malbatan da zanîn ku cenazeyên zarokên wan li 4 gorên bêkesan yên cuda hatine defin kirin û li gel ku wan teşhîs kirine jî ji ber testa DNA cenaze nedane wan. Malbatan destnîşan kirin ku cenazeyên zarokên wan xistine torbeyan û ketober defin kirine. Malbatên endamên HPG'ê Aram Orebeyi, Mehmet Emin Keleş û Eşyar Moral ku li goristanên bêkesan hatibûn defin kirin, piştî testa DNA diyar bû û teşîs kirin, cenazeyên zarokên xwe girtin û li warê xwe defin kirin. Malbatan anîn ziman ku li goristanên bêkesan ên Asrî, Kabasakal, Buruk û Kuçukoba hêj nêzî 23 cenaze hene û ji ber testa DNA nikarin cenazeyên xwe bigirin.
JI 5'Ê NÎSANÊ MÎNAKA XWÎNÊ DAYE Û HÊJ LI BENDA CENAZE YE
Bavê endamê HPG'î Suleyman Kiliç Mehmet Kiliç, diyar kir ku wî di 5'ê Nîsanê de ji bo testa DNA serî li Saziya Tipa Edlî daye û wiha got: "Bi dehan caran ji bo encama testê ez fêr bibim bi telefonê li ATK'ê geriyam. Ez hatim Edene, Lê hêj encama DNA diyar nekirine. Di 4'ê nîsanê de Fermandariya Cendirmeyan a Arsûsê li min geriya û got: 'Kurê te yê bi navê Suleyman heye? Kurê te Suleyman li Arsuzê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê kurê te li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê ye. Tu dikare biçe wir cenazeyê wî bistîne. Ez çûm Edene ATK'ê. Min li cenaze nerî perçe bûbû. Ji ber perçe bûbû min teşîs nekir. Min ji bo teşhîsa DNA mînaka xwînê da. Lê hêj bi encam nebûye. Em cenazeyê zarokên xwe dixwazin."
MA/ Hamdullah Kesen