COLEMÊRG - Siyasetmedar Hamît Geylanî bal kişand ser bûyerên îşkenceyê yên di nav salekê de li Colemêrgê pêk tên û destnîşan kir ku ji ber ku kesên îşkenceyê dikin nayên darizandin bûyerên îşkenceyê yên nû rû didin.
Di 7'ê Tebaxa 2017'an de li Gundê Şapatan ê Şemzînana Colemêrgê polîsan êvarî avêtibû ser gund û ji 100 zêdetir gundî îşkence kiribûn. Her wiha di 31'ê Gulanê de li mezrika Binaharê ya gundê Nêrdûşê şivan Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Arap û Muhsîn Çavşî hatibûn îşkence kirin. Parlementerê berê û Endamê Desteya Dîsîplînê yê HDP'ê Hamît Geylanî, destnîşan kir ku ji ber darizandineke adil tune ye bûyerên nû yên îşkenceyê rû didin.
Geylanaî, bilêv kir ku ji roja ku komar hatiye avakirin heta niha ji bo tirsê li ser civakê belav bikin mirov tim tên îşkencekirin û got: "Kesên dijberê şer, ehlên aştiyê û demokrat hemû nesîbê xwe ji vê îşkenceyê girtine. An tên îşeknecekirin an jî wekî bûyera Roboskiyê tên kuştin. Ev rewş bi sedan sal e tê li me tê rewakirin. Îşkence bi awayekî sîsîtematîk û di çarçoveya fermanan de tê kirin. Kesên fermanê didin dibêjin 'baş nêzî mirovan bibin tahdê li wan nekin'. Yanî bi vî awayî fermana îşkenceyê didin. Ev îşkence ne karê 4-5 leşkeran e. Bi fermanan tê kirin."
Geylanî, bi bîr xist ku gelê kurd heta niha li ber îşkence û mirinê serî netewandiye û got: "Me serdana gundên ku bûyerên îşkenceyê lê rû dan kirin û me şopa îşkenceyê dît. Gundiyan ji me re got 'Em di hêla wijdanî de rihet in, me xwe nefirot û em ê xwe nefiroşin jî.' Ev bersiv bi xwe jî nîşan dide ku dê gelê kurd bi îşkenceyê bi paş ve gav navêje."
Geylanî, diyar kir ku ji be rku kesên îşkenceyê dikin tên parastin ev bûyerên îşekneceyê venaguherin dozê û loma îşkence tim dewam dike. Geylanî, bi bîr xist ku ew li cem gundiyên hatine îşkencekirin in û ew ê di warê hiqûqî de dev ji vê bûyerê bernedin.