STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din ji bo Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û wasî Mazlûm Dînç ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Her wiha malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Heta niha malbat 89 caran serî li serdozgeriyê dane, lê belê serdozgeriyê bi hinceta "Keştî xerabe ye", "rewşa hewayê nebaş e" û "Rewşa Awarte" hemû serlêdanên malbatan red kir.