AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku heta kiryarên Tahîr Elçî bên dîtin dê têkoşîn û mafê xwe yê demokratîk dewam bikin.
Baroya Amedê wek her hefteyê ji bo kiryarên Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi lezgînî bê birêvebirin di hefteya 138’emîn çalakî li dar xist. Çalakî li ber Edliyeya Amedê pêk hat, gellek parêzer tev li bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku nêzî 3 sal in her hefte ew daxwaza dîtina kiryarên Tahîr Elçî bên dîtin dikin û lê hêj kiryar ne diyar in û dernexistine pêşberî daraz3e. Ozmen anî ziman ku heta ku kiryarên Elçî bên dîtin dê têkoşîn û maf û çalakiyên xwe yên demokratîk berdewam bikin.
Piştî axaftina Ozmen, parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.