DERSIM - Welatiyên Dersimê, bi wesayîtan çûn herêma şewatê ya çoltera navçeya Xozatê û hewl didin şewatê vemirîn in.
Şewata berî 10 rojan di encama bombebaranên helîkopter û topên hewayê yên ji qereqolê hatin avêtin, li herêma Alîbogozî ya navçeya Xozata Dersimê rû da, ji ber ku nayê vemirandin her ku diçe belav dibe. Şewata li herênên Alîbogaz, Dergîrmendere, Zogan, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca, Dundul, Derekoyu û Çakmaklî, li sêguşeye navçeyên Pulur û Çemîşgezekê jî belav bû. Dersimiyan, ligel “Herêma ewlekariyê jî” îro berê xwe dan herêmê dişewitin.
Welatiyên çûn navçeya Xozatê, bi wesayîtên arazî yên ji Şaredariya Xozatê temîn kirin çûn herêmê. Welatî û ekîbên Şaredariya Xozatê yên çûn herêmê, mûdaxileyê şewatê kirin. Welatî û ekîbên şaredariyê, bi tirpan û tirmixan, qiha û pelên daran ên hişt bûyîn ji şewatê dûr dixin. Welatî hewel didin şewatê asteng bikin.
EKÎP SEWQÎ HERÊMÊ TÊN KIRIN
Aktîvîstê Xwezayê Haydar Çetînkaya, diyar kir ku di encama hevîtinên bi rayedarên Midûryeta Karsaziya Daristanan kirin de, ekîbên Xarpêt, Dersim û navçeyên wan ji bo vemirandina şewatê sewqî navçeya Xozatê hatin kirin. Çetînkaya, da zanîn ku bi dozer û arazoran mûdaxileyêı şewatê tê kirin.