ENQERE – Piştî ku Serokomar Erdogan got “Yên wan ÎPhone hebe li aliyê din Samsûng heye” telefonên cûreyên Samsungê hatin zemkirin.
Marka teknolojiya Samsûngê ya navenda wê li Koreya Başûr e, modelên telefonên xwe yên li Tirkiyeyê zem kir. Bihayê fîrmayê ya li Tirkiyeyê ji sedî di navbera 10 û 15’an de zêde bû. Fîrmayê tenê seriya 9’an a herî dawî derxist zem nekir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 3 roj berê di sempozyuma SETA’yê de banga boykotkirina amûrên elektronîk kiribû û wiha gotibû: “Em ê amûrên elektoronîk yê Amerîkayê boykot bikin. Yên wan iPhone hebe li aliyê din Samsûng heye. Li welatê me jî Venus û Vestel heye.”