TEKÎRDAG - Endama MYK'ê ya HDP'ê Gulsum Agaoglu ku ji ber axaftinên xwe yên di pîrozbahiya Newrozê de hatibû girtin hat berdan.
Endama MYK'ê ya HDP'ê Gulsum Agaoglu ku ji ber axaftinên di Newrozê de hatibû girtin û li Girtîgeha Ergene ya Tekîrdagê girtî bû, hat berdan. Danişina doza Agaoglu, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekirdagê hat ditin. Agaoglu ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hat darizandin, ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi riya SEGBİS tev li danişinê bû. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Filiz Kerestecioglu, gelek endam û rêveberên Stenbol û Tekîrdagê yên HDP'ê û nûnerên feminist xwestin tev li danişînê bibin. Lê rayedaran bi hinceta tedbîrên ewlehiyê tune derbasî salonê nekirin. Parêzeran parastin kirin û diyar kirin ku tu delîla sûc tune ye. Agaoglu jî parastin kir û diyar kir ku ew bê sûc e û xwest bê berdan. Heyeat dadgehê jî piştî li îfadeyê guhdar kir der barê Agaoglu de biryara berdanê da û serbest berda. Heyetê danişîna Agaoglu taloqî 1'ê îlonê kir.