SEMSÛR – Hevşaredarê Bajarokê Komur a Semsûrê yê DBP’ê Huseyîn Yuka hat binçavkirin.
Piştî pevçûnên li Bajarokê Komur a girêdayî navenda Semsûrê derket û 4 leşker jiyana xwe ji dest dabû, cendermeyan dest bi oprasyona binçavkirinê kir. Cendermeyan li herêma bi ser 12 navnîşan de girt û di serdegirtinê de Hevşaredarê Bajarokê Komurê Huseyîn Yuka yê DBP’î û 3 kes binçav kir.
Yuka û 3 kesan birin Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê. Hat zanîn ku hejmara binçavkiriya 11 kes in û bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.