RIHA - Piştî skandala fuhûşê ya li Kampa Penaberan a Telhamût, lêpirstîn hat vekirin. Hat diyar kirin ku cihê erka midûrê ewlekariya kampê hatiye guhertin, H.D. ê di organîzasyonê de cih digirt ji kar hat dûrxistin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Piştî skandala li Kampa Telhamût a Penaberan a Girêdayî Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçberan a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê penaberên lê dimînin ji aliyê xebatkarên kampê ve bi zorê arasteyî fuhûşê dikirin, ji aliyê Ajansa Mezopotamya (MA) ve hat eşkerekkirin, li kampê lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Li gorî agahiyan, cihê erka midûrê ewlekariya kampê hatiye guhertin, H.D.ê di organîzasyonê de cih digirt, ji kar hatiye dûrxistin û darbarê skandalê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Roja nûçeya skandalê ya di 10’ê Tebaxê de hat weşandin, Qeymeqamê Serêkaniyê Ahmet Karatepe, diyar kiribû ku bi navbeynkariya Serdozgeriya Komarê ya Serêkaniyê lêpirsîn dane destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de kesên navê wî derbas dibe H.D. ji kar hatiye dûrxistin.
Hat diyarkirin ku Welatiya Rihayê jî, rapora derbarê bûyerê de ji qeymeqam daxwaz kiriye.