MÊRDÎN - Êzidiyên, naxwazin ji Kampa Mîdyatê ya hat girtin, li kampa ser sînorê Sûriyê ya nêzî bajarê Îdlîbê bên bicihkirin, diyar kirin ku ev fermanek nûye û red kirin ku biçin kampê. Êzidiyan, anîn ziman ku tu cihekê ku biçinê nemaye û gotin: "Em dixwazin vegerin welatê xwe."
Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçber a Wezareta Karê Hûndir, biryar da ku 5 kampên koçberan ên li Dîlok, Semsûr û Mardînê vale bike. Veguhestinên van kompan ên ji bo kampên Hatay, Kîlîs, Riha û navçeyên wê Pirsûsê û Serêkaniyê berdewam dikin. Hezar û 100 Êzidiyên ji ber komkujiya DAIŞ’ê necar man ji Şengalê koç bikin, destpêkê li kampa Amedê hat avakirin bi cih bûn û piştî qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, bi darê zorê birin kampa Mîdyatê. Êzidiyên li kampê naxwazin biçin kampên ser sînorên nêzî Îdliba Sûriyeyê.
FIKARA FERMANEK NÛ DIJÎN
Êzidiyên li kampê dijîn, dixwazin li gundên Êzidiyên li Mêrdînê dijîn bi cih bibin. Lê raydarên dewletê heya niha bi tu awayî bersiv nedane daxwazên Êzidiyan. Êzidiyên naxwazin biçin kampan, fikara fermanek nû dijîn.
‘CIHEKÊ KU ÊZIDÎ BIÇINÊ NEMEYE’
Ji Êzidiyên li kampê dimînin Ahmed Xwedêda, diyar kir ku ew bi darê zorê li kampa Mîdyatê jî bi cih kirin û wiha axivî: “Niha jî dixwazin me bi darê zorê bibin kampêm li ser sînorê Sûriyeyê. Em van kampan ji bo xwe weke gef dibînin. Carek din koçber kirin ji bo me pir zor tê. Piştî Şengalê em hatin Amedê, ji wir em anîn Midyatê û niha jî dixwazin me bibin cihek din. Êdî cihekê Êzidî biçinê nemaye. Rewşa me nebaşe. Em nizanin emê çi bikin. Lê em mecbûrin herin. Ger kar hebe hemê herin ji xwe re kar bikn. Ger tunebe jî, tiştekê ku em bikin tuneye. Tiştek ji destê me nayê. Rewşa me pir xerabe. Em ji hemû gelê xwe dixwazin ku alîkariyê bidin me. Pêwîstiyên me bi pêdiviyên jiyanî, tenduristî û cihekê ku em lê bimînin heye.”
‘EM DIXWAZIN VEGERIN ŞENGALÊ, LÊ…’
Xwedêda, balkişand ser êrîşa hewayê ya Tirkiyeyê ya li ser Şengalê jî û wiha got: “Em dixwazin vekirin welatê xwe. Em dixwazin vegerin Şengalê, lê şertên wê derê ne gengazin. Hîna berî du rojan Tirkiyeyê êrîşî Şengalê kir. Dilê me dişewite. Ma dilê kê ji bo ax û warê wê naşewite?”
‘EM NIZANIN DÊ ÇI WERE SERÊ ME’
Elî Xelef ê ji kampê dimîne jî, da zanîn ku rewşa wan pir xerabe û wiha bilêv kir: “Ger destûr bidin emê li gundên Mêrdînê bi cih bibin. Daxwaza me ya herî mezin ewe ku em vegerin Şengalê. Ez niha li Mîdyatê, li malekê digirim ku em lê bi cih bibin. Ji me re gotin werin kampên ser sînorê Sûriyeyê. Lê em naxwazin biçin wir. Ger em biçin wan kampan, em nizanîn dê çi were serê me. Em nizanîn çi bikin. Em ê bi vî awayî çiqasê li vê derê bimînin, em nizanin. Nexwazin fam bikin ku em çima naxwazin biçin kampên ser sinor.”
‘GELO ÇIMA NE NÊZÎ ŞENGALÊ, KAMPÊN NÊZÎ ÎDLIBÊ?’
Ji parlamenterên HDP’ê yên Êzidî Alî Atalan jî, diyar kir ku gelo çima Êzidiyan dibin, cihekê ku qet eleqeya wê bi Êzidiyan re tuneye û wiha axivî: “Gelo çima Êzidiyan nabin nêzî Şengalê, wan dibin nêzî sînorê Îdlibê? Hewl didin Êzidiyan bixin nava kanpên alîgirin DAIŞ’ê. Êzidî teqez vê yekê naxwazin û dibêjin ‘Ev li dijîme îlankirina fermanek nû ye.’ Tirkiye hesasiyeta Êzidiyan ber çavan nagire. Em bi hemû beşên civakê yên Mîdyatê re, hewl didin bibin alîkar û ji bo niha li Mîdyatê bimînin hewldanên me hene. Li gundan bi cih bûn a herî raste ji bo Êzidiyan.”
MA / Ahmet Kanbal