ŞIRNEX – Qeyûmê Cizîrê encama hilbijartina 24'ê Heziranê ya li gundê Kirîşê ne eciband û xizmeta karên rê rawestand. Welatiyên gund diyar kir ku qeyûm gotiye "Me karneya hilbijartinê ne ecibandiye."
Qeyûma Cizîrê xebatên rê yên Gundê Kirîşê yê Cizîra Şirnexê bi awayekî keyfî rawestand. Qeyûmê Cizîrê ji ber encama hilbijartina 24'ê Hezîranê ne eciband, xebatên rê rawestand. Qeyûmê Cizîrê, ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Gundê Kirîşê ji sedî 67 deng stend û AKP ji sedî 21 deng stend, xebatên rê yên li gund rawestand. Welatiyan ewil serî li şaredariyê da û şaredariyê soz da ku rêya wan çêke. Lê piştî şaredariyê dest bi xebatê kir, qeyûm xebat asteng kir. Hat diyar kirin ku rê heta pêş malên cerdevanan çêkirin û rawestandin. Welatiyan diyar kirin ku bi Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Faik Arıcan re hevdîtin kirine, lê Qeyûm Arican, ji wan re gotiye "Min karneya we ya hilbijartinê ne eciband. Ji ber ku li vî gundî deng ji AKP’ê re derneketiye me xebatên rê rawestand. Ma hûn nizanin em ji AKP’ê re kar dikin."
Welatiyan anîn ziman ku rayedaran xebatên rê nîvco hiştin û ji bo dengan ji AKP’ê re kom bikin xebat hiştin hilbijartinek din.