ÎSPARTA – 2 sal berê bi piranî xwendekarên zanîngehê 21 kes hatin binçavkirin û jê 10 kes hatibûn girtin. Xwendekarekî ku ji "Poşmaniya çalak" hat berdan, diyar kir ku heyeta dadgehê ligel wî diyar kir ku li girtîgehê her roj rastî îşkenceyê hatiye û îfadeya wî li ruyê wî nehatiye xwendin jî 19 kes hatin cezakirin.
Li Ispartayê di 15'ê Tîrmeha 2016'an de polîsan bi ser gelek malan de girt rêveberên HDP'ê yê bajar Serhat Goze û Cengiz Akkaya jî di navde piranî xwendekarên zanîngehê 21 kes hatibûn binçavkirin. Li Dadgeha Sulh Ceza ya Îspartayê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" Cengiz Akkaya, Firat Bîber, Firazpîr Ozbay, Îsmail Goçeri, Metîn Gul, Orhan Yilmaz, Seyît Kasim Sagirdag, Yilmaz Ay, Damla Erdem, Nadîr Şin hatin girtin. Hasan Kiliç, Serhat Goze, Ahmet Şen, Davut Ermanoglu, Şeyhmus Yaklav, Hatice Durmuş, Ramazan Kızıltoprak, Serhat Akpulat, Kerem Yalinkaya, Yakup Aydin, Mahsun Bîsen hatin berdan. Serdozgeriya Komarê ya Îspartayê der barê 21 kesên tên darizandin de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" doz vekir. 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îspantayê dosya qebûl kir û doz vikir. Heyeta dadgehê di danişîna 7’emîn de der barê 21 kesan de biryar da. Heyeta dadgehê 2 kes beraet kir û li 19 kesan jî ceza birî. Xwendekarê 28 roj şûnde hat berdan Hasan Kiliç bi îfadya xwe bûbû sedema girtina rêveberên HDP'ê û xwendekarên din. Heyetê li ser îfadeya Kiliç a di bin îşkenceyê de li 19 kesan ceza birî.
HEYETA DADGEHÊ ÎFADEYA DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE ESAS GIRT
Hasan Kiliç ku di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat û bi zora îşkenceyê îfade da, piştî derxistibûn dadgehê hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Keçîborlu ya Îspartayê. Hasan Kılıç, piştî 28 rojan girtî ma, li ser "Poşmaniya Çalak" hat berdan. Kiliç piştî hat berdan vegeriya Rihayê. Kiliç, di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku li Girtîgeha Keçiborlu ya Îspartayê bi fermana dozger rastî îşkenceya gardiyanan hatiye. Kiliç, anî ziman ku piştî rastî îşkenceyê hatin, rapor stend, piştî hat berdan demek dirêj tedawiya derûniyê dît. Kiliç, di dadgehê de wiha gotibû: "Hemû îfadeyên min ên berê sexte û ne rast in. Min hemû îfade di bin îşkenceyê de dan. Ez van îfadeyên xwe qebûl nakim. Di bin zextên derûnî de ev îfade bi min dan îmzekirin. Li dozgeriyê jî got 'Hez dike îmze bike û hem jî dike biçe dojehê'. Min di bin zextan de îmze kir. Tîmê tevgera taybet îşkence li min kir. Ez 25-26 rojan li girtî gehê mam. Baş nayê bîra min. Tîmê tevgera taybet ê li kawîşa Mehmet Akbaş dima îşkence li min kir. Navê wî ye laqab damper bû. Kesên bi kodên Ugur Korkmaz, Ahmet Kaya, Emrah, Murat, Karayilan li min îşkence kirin. Em li kawîşa 2'emîn diman. Rojê 32- 33-34 kes li vir diman. Sergartiyan û gardiyanan jî îşkence li min kirin. Min bihîst ku gotin ‘Li Ruyê wî nedin. Bila şop li ruyê wî nemîne. Fermana dozger heye.' Piştre cemed avêtin ser min û li min dan. Piştre destê min birîn û deterjan berdan ser birîna min. Li pişta min xistin. Porê min jê kirin û darbe li serê min xistin. "
Tevî ku Kiliç diyar kir ku ew îfadeya di bin çavan û îşkenceyê de qebûl nake jî dîsa heyeta dadgehê îfadeya wî ya di bin îşkenceyê de esas girt. Li ser îfadeya Kiliç heyat dadgehê ceza li rêveberên HDP'ê û xwendekarên zanîngehê birî. Heyetê li Hasan Kiliç jî 8 sal û 45 roj cezayê girtîgehê birî.
HEYETÊ LI 19 KESAN 115 SAL CEZA BIRÎ
Heyeta dadgehê li rêveberên HDP'ê û xwendekarên zanîngehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Li ser navê rêxistinê çalakî pêk anîne" bi giştî 115 sal û 2 meh û 25 roj cezayê girtîgehê û bi hezaran tl cezayê pereyan birîn.
19 kesên rastî ceza hatin wiha ne: “Cengiz Akkaya 12 sal û 10 roj cezayê girtîgehê û 1000 TL. Ahmet Şen 1 sal û 5 meh û 15 roj cezayê hepsê. Firat Birer 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Hasan Kiliç 8 sal û 1 meh û 15 roj cezayê hepsê. Firazpir Ozbay 7 sal û 6 meh cezayê hepsê. Îsmail Goçerî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Kerem Yalınkaya 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Metin Gul 7 sal û 6 meh cezayê hepsê. Nadir Şin 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê û 1000 TL cezayê pereyan. Orhan Yilmaz 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Razaman Kızıltoprak 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Serhat Goze 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Seyit Kasım 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Yilmaz Ay 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Serhat Akpulat 6 meh û 3 meh cezayê hepsê. Davut Ermanoğlu 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Damla Erdem 6 sal û 3 meh cezayê hepsê. Şeyhmus Yaklav 1 sal û 3 meh cezayê hepsê. Hatice Durmuş 1 sal û 9 meh cezayê hepsê. Yakup Aydin û Mahsun Bisen jî hatin beraet kirin.
MA / Nimet Olmez