STENBOL – Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir Nacî Sonmez, diyar kir ku berpirsiyarê krîza aborî Erdogan e û klîka li derdora wî Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe. Her wiha Sonmez bilêv kir ku krîza aborî jî di nav de çavkaniya hemû pirsgirêkan guheritina vitêza di pirsgirêka kurd de ye.
Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir Nacî Sonmez, tabloya siyasî ya Tirkiyeyê, sedemên krîza aborî û encamên wê nirxandin.
Sonmez, destnîşan kir ku eger li cihekî îstiskarar û aramiya siyasş tune be, dê di aboriyê de îstikrar pêk neyê û sedema krîzê jî polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan e.
Sonmez, diyar kir ku kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, rêveberiyek li gor xwe ava kirine û aboriyê jî bi polîtîkayên rojane bi rê ve dibin û got: "Bêtir polîtîkayeke rantî, sektora înşeatê û polîtîkayeke ku ji hilberîn û îstihdamê dûr bi rê ve birin û tim bi deynan xwestin hin karan bikin."
Sonmez, bilêv kir ku ji ber îktîdar di meseleya Sûriye û Rojhilata Navîn de bi hêzên navnetewî re pev çû û di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr kir krîzeke siyasî rû da û got: "Jixwe diyar bû ku dê Tirkiye bi vê pirsgirêka aborî re rû bi rû bimîne. Tim sinyal dida. Tirkiye bi îstikrara siyasî dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Hin tevdîrên aborî yên hatin girtin bi awayekî demborî dikarin hin tiştan bike, lê dê krîza aborî bi krîza siyasî ji holê rabe."
‘LI ROJHILATA NAVÎN BÊYÎ KURDAN NABE'
Sonmez, destnîşan kir ku ji bilî krîza aborî ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de, divê mirov behsa krîza siyasî ya li pişt deriyan jî bike. Sonmez, diyar kir ku siyaseta Rojhilata Navîn û kurdan jî ji vê rewşê ne serbixwe ye û sedema sereke ya rewşa niha ya Tirkiyeyê guheritina vitêza di pirsgirêka kurd de ye.
Sonmez got: "Li Rojhilata Navîn êdî bêyî kurdan erdnîgarî nikare bê xêzkirin. Êdî wek sed sal berê bi cetvelan xêzkirina erdnîgariyê ne pêkan e. Di tevgera sekuler a li wir û li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî ev wisa ye. Divê dev ji baypasskirin tevgera kurd bê berdan û dev ji rêxistinên cîhadîst ên li wir berdin. Eger ev yek pêk bê, dê pirsgirêkên aborî, hecma bazirganiyê hwd. zêde bibe. Dema Tirkiyeyeke ku navbera wê û cînarên wê baş bê avakirin dê pirsgirêkên aborî jî çareser bibin. Divê civak hay ji vê yekê hebe. Nemaze jî divê hilbijêrên ku deng didin AKP'ê divê van polîtîkayên AKP'ê yên di 16 salan de bînin ber çavan. Yanî bi kurt û kurmancî pirsgirêka aboriyê ya niha dê bi çareserkirina krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn û herêma me çareser bibe."
MA / Necla Demir