COLEMÊRG - Rewşa Awarte her çend bi awayekî fermî rabûbe jî, lê hêj li Colemêrg û navçeyên wê gelek herêm qedexe ne û li her derê noqteyên venêrînê û wesayîtên zirxî hene.
Her çend di bi awayekî fermî di 18'ê Tîrmehê de dawî li Rewşa Awarte hatibe jî, lê li Colemêrgê hîn jî didome Hema bêje li bajêr 15 rojan carekê li 30 herêman "Herêma Ewlehiya Taybet" tê îlankirin.
RÊYA ŞEMZÎNANÊ DIRÊJ BÛ
Li navçeya Şemzînanê polîtîkayên ewlehiyê di hemû qadên jiyanê de xwe didin der. Navenda navçeyê bi MOBESSE'yan 24 saetan tê temaşekirin û hema bêje li bejahiya wê tu der tune ye ku qereqol û qaleqol lê tune bin. Li têketina navendê noqteyên lêgerînê hene û li çiyayên li derdorê jî qereqol hatine çêkirin. Tekane rêya di navbera Şemzînan û Geverê de ku 45 kîlometre ye, ji ber noqteyên lêgerînê carinan bi saetan dewam dike. Ji ber van noqteyên lêgerînan welatî bêzar bûne.
LI HER DEVERÊN GEVERÊ NOQTEYÊN LÊGERÎNÊ HATINE ÇÊKIRIN
Li Geverê jî, li ser rêya Oremar, Rêya Îranê, rêya Wan-Colemêrg û Şezmînanê gelek noqteyên polîsan hene. Li her çar aliyên navçeyê noqteyên polîsan hene û wesayîtên zirxî jî misêwa li nav bajêr dewriye digerin. Li noqteya lêgerînê ya Yenîkopru ku 0 kîlometre dûrî navçeyê ye, ji ber lêgerînan welatî bêzar dibin. Her wiha turîstên ku ji Îranê di Deriyê Sînor ê Esendereyê de tên ji ber lêgerînan bi saetan tên sekinandin.
LI COLEMÊRGÊ RÊ HÎN JÎ GIRTÎ NE
Li navend aColemêrgê jî di bin navê "Ewlehiyê" de rêyên taxan hatin girtin lê piştî bi dawîbûna Rewşa Awarte ev rê dîsa nehatin vekirin û hîn jî girtî ne. Her wiha Kolana Kirk Konûtlar û rêya di Taxa Karşiyakayê re de diçe rêya Xenanîsê bi hinceta "ewlehiyê" bi harfiyatan hatibû girtin, hîn jî ew harfiyat nehatine rakirin. Lêgerînên GBT'ê yên li noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê ku li têketina bajêr e, bi saetan didomin.
LI ÇELÊ HER DER QEDEXE YE!
Li navçeya Çelê jî hema bêje her der qedexe ye. Hîn jî bi awayekî zêde kontrola GBT'ê tê kirin û ji dema Rewşa Awarte xirabtir e.