* Her çend bi awayekî fermî dawî li Rewşa Awarte hatibe jî, lê li Colemêrg û navçeyên wê hîn jî gelek herêm qedexe ne û li her derî noqteyên venêrînê û wesayîtên zirxî hene.
* Cenazeyê Mûrat Kolca ku di operasyona li Çiyayên Amanosê de jiyana xwe ji dest da her çend malbatê cenaze teşhîs kiriye jî dîsa nadin. Malbata Kolca 5 meh in ji bo wergirtina cenaze li ber xwe didin.
* Her diçe beşdarbûna ji bo kampanyaya HeForShe ku ji aliyê Yekîneya Jina ya Neteweyên Yekbûyî bi armanca parastina wekheviya zayendî ya civakiyî û mafên jinan hat avakirin zêde dibe.
* Ajovanên qamyonan diyar kirin ku ji ber zemkirina rê, piran û mazotê, di sefera ku berê hezar lîre ji wan re dima niha 500 lîre ji wan re dimîne.
* Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir Nacî Sonmez, diyar kir ku berpirsiyarê krîza aborî Erdogan e û klîka li derdora wî Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe. Her wiha Sonmez bilêv kir ku krîza aborî jî di nav de çavkaniya hemû pirsgirêkan guheritina vitêza di pirsgirêka kurd de ye.
* Dikandarên Colemêrgê û Serokê Odeya Sinetkaran Îrfan Sari, diyar kirin ku di encama krîza heyî û ‘polîtîkayên ewlekariya’ 3 salan de, karê dikandariyê qediya û gotin: “Rûxandinên di sala 2016’an de, krîza aborî ya heyî û marketên mezin ên hatin vekirin, darbeyek mezin li dikandarên biçûk da.”
* Li Amedê sewalên qurbanê di destê xwediyên sewalan de man. Tu liv û tevger li bazara sewalan nîne û xwediyên sewalan gotin: “Ji sisêyan yek jî me sewalên xwe nefirotiye.”
* Welatî Mûrat Sari, di serdegirtinên malan ên 15’ê Tebaxê yên li Bazîdê de, ji aliyê polîsan ve hat derpkirin. Polîsan serê Sari bi qûndaxa çekê şikandin, beyî agahiya malbatê emeliyat kirin û avêtin nexweşxanê!
* Esnafên Sîteya Taptanciyan a Amedê bertek nîşanî qrîza aborî dan û diyar kirin ku ger krîza aborî tune be ew çima têk diçin. Esnafan, da zanîn ku bi vî halî biçe dê 3 meh şûnde dikanên xwe bigirin.
* Ji pisporên Meclîsa ÎSÎG’ê ya Enqereyê Pinar Abdal diyar kir ku her çiqas sala 2018’an Wezareta Civak û Xebatê “sala têkoşîja li dijî karkeriya zarokan” îlan kir jî lê tu xebat nekir û bi kûrbûna krîzê re hejmara zarokên karker zêde dibin.