ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê di hefteya 346'an a lêgerîna ji bo edaletê de careke din ji bo edaletê bang kirin û gotin: "Qethiyen em û kesên ku kiryarên komkujiya Roboskiyê diparêzin em ê di heman keştiyê de cih negirin."
Malbatên 34 kesên li gundê Robsokiyê yê Qilebana Şirnexê ji aliyê balafirên şerî hatin kuştin, di hefteya 346'an a lêgerîna ji bo edaletê de careke din li ser gorên xizmên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da.
Encu, bi bîr xist ku 346 roj in ew li Roboskiyê doza edlaetê dikin, lê belê hîn jî kiryar tên parastin û tê xwestin ku komkujiya Robsokiyê bi vî awayî bê jibîrkirin. Encu, anî ziman ku lê çi dibe bila bibe ew ê kesên li Roboskiyê hatine qetilkirin nedin jibîrkirin û dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome. Encu got: "Dixwazin serlêdanên me yên di warê hiqûqê de bê encam bimînin. Lê belê hîn jî em doza edaletê dikin."
Encu gotinên Serkomar Recep Tayyip Erdogan ku ji bo krîza aborî bang kiribû û gotibû "Em di heman keştiyê de ne" bi bîr xist û got: "Qethiyen em û kesên ku kiryarên komkujiya Roboskiyê diparêzin em ê di heman keştiyê de cih negirin. 346 hefte ye em êşê dikişînin, bi derhiqûqî û bê edaletiyê re rû bi rû dimînin. Em û kesên naxwazin vê yekê bibînin em ê di heman keştiyê de cih negirin. Ji bo lêgerîna me ya ji bo edaletê em bang li her kesên xwedî wijdan dikin."