RIHA – Piştî skandala li Kampa Penaberan a Telhamûtê, heyeta serbixwe xwest serdana kampê bike, lê belê destûra heyetê nehat dayîn. Li ser navê heyeta serbixwe li ber kampê parêzer Cemîle Tûrhanli daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin.
Piştî skandala fuhûşê ya li Kampa Penaberan a navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, heyeteke serbixwe xwest li kampê lêkolînan bike, lê belê destûra heyetê nehat dayîn. Heyeta serbixwe ku nûnerên Platforma Têkoşînê ya Desteserkirina Bi Darê Zorê, Baroya Amedê, baroya Rihayê, Şaxa ÎHD'Ê ya Rihayê, TJA, SES û Komeleya Mala Jiyanê û Piştevaniyê ya Jinê di nav de cih digirtin li ber Kampa Penaberan a Telhamûtê hat sekinandin.
CENDIRME: LI KAMPÊ HER TIŞT BAŞ E, PÊDIVÎ BI LÊKOLÎNÊ TUNE YE
Rayedarên heyetê bi fermandarê cendirmeyan ên li ber kampê ne axivîn û fermandar nehişt ku heyet serdana kampê bike û ji heyetê re got: "Li kampê her tişt baş e, pêdivî bi lêkolînan tune ye."
‘HETA HEQÎQET DERKEVE HOLÊ EM Ê BIŞOPÎNIN'
Li ber kampê li ser navê heyetê Endama Komîsyona Mafên Penebaran a Baroya Amedê Parêzer Cemîle Tûrhanli axivî û got, wan xwestiye hay ji heqîqeta îdiayên fuhûşê yên li kampê ku di çapemeniyê de derketin hîn bibin hatine. Tûrhanli, bilêv kir ku fermandarê cendirmeyan diyar kiriye ku têkildarî bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: "Bêyî hincetekê nîşan bidin nehiştin em têkevin kampê. Heqîqeta li hundur ji civakê tê veşartin. Çimkî diqiqilqilin. Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin. Qethiyen em ê nebin şahidê bêdeng ê vê bûyerê."
Heyetê piştî daxuyaniya li ber kampê, hevdîtin bi Qeymeqamê Serê Kaniyê û Serdozgerê Komarê re çêkir.