DERSIM - Heyeta HDP'ê ku Parlemenetera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û rêveberên KCD'ê jî di nav de, li Alîbogaziya navçeya Hozatê şewata li darisatanan derket lêkolîn kirin û wêneyên hatine kişandin daxuyaniyên Waliyê Dersimê Tûncay Sonel diderewînin.
Şewta li herêmên Degîrmendere, Zogar, Zengê, Koçerî, Bozan, Koskozûlca û Dundul ên Alîbogaziya navçeya Xozatê ya Dersiê didome. Hat ragihandin ku şewta ber bi herêmên Derekoyû û Çakmakliyê ve diçe. Heyeta HDP'ê ku Parlemenetera HDP'ê ya Amedê, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak, hunermend Ferhat Tûnç, nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Komîsyona Ekolojiyê ya Amedê jî di nav de ji Amedê çûn Dersimç û li herêma şewat lê rû daye lêkolîn kirin. Ji ber ku "Herêm hatiye qedexekirin" heyet nikaribû têkeve herêma şewat lê didome û loma li ser tepeyekî ku herêmê dibîne ji dûra ve herêm raçav kirin.
Waliyê Dersimê Tûncay Sonel ji bo şewatê gotibû "şewata bin ban". Lê belê wêneyên ku endamên heyetê kişandibûn daxuyaniya walî diderewîne. Piştî lêkolînê dê heyet vegere Amedê.