STENBOL - Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji bo mîtînga “1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" ku di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bînin daxuyanî dan û banga tevlêbûna mîtîngê kirin.
Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga “1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" pêk bînin. Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê ku HDK jî di navde heye, li Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya Taksimê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûner û rêveberên saziyên civakî ku di nava komîteyê de cih digirin amade bûn. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Erdal Guzel daxuyanî da. Guzel, anî ziman ku di vê pêvajoya ku şer tê sorkirin de gelan dikin dijminên hev û wiha got: "Sivîl tên qetilkirin. Çanda lîncê tên pêşxistin. Îşkenceyê zêde dikin. Bajar û cih û warên jiyanê talan dikin û xera dikin. Warên dîrokî bombe dikin. Zeviyên çandiniyê, rûbar û daristan tên tunekirin." Guzel, anî ziman pêkan e cîhan, herêm, welat û bajarê xwe ji felaketê rizgar bikin û wiha got: ""Pêkan e bi tevlêbûna gelan û beşên cuda yên civak û karkeran demokrasî û edaletê pêş bixin û rêxistin bikin. Pêkan e ku bêyî cudakariya ziman, bawerî, reng, nijad bê kirin li ser bingeha xwişk û biratiyê jiyanek azad û aştiyane bê avakirin. Avakirina cîhanek azad û mirovî di destê me de ye. Daxwaza jiyanek wisa mafê me ye. Em bi milyon û milyaran li ser vê cîhanê dijîn. Em dibêjin, karker, cotkar, jin û hemû bindestiyên li cîhanê dikarin bi xwişk û biratiyê û nava şewirmendiyê de bijîn. Em dikarin li dijî şer aştiyê pêş bixin. Bijî têkoşîna me ya aştî, demokrasî û azadiyê. Bijî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê.
Guzel, da zanîn ku ew dê 2'ê Îlonê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 1'ê Îlonê pêk bînin û xwest her kes tev li vê mîtîngê bibin.