DÎLOK – Li Dîlokê di fabrîqeya şimik û pêlavan de şewat derket. Di şewatê de Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan.
Li fabrîqeya şimik û pêlavan a li herêma Sîteya Pîşesaziyê ya KUSGET'ê ya li Dîlokê şewat derket. Di şewatê de 2 karkerên Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê nehat zanîn. Piştî yekîneyên agirkujiyê mudaxale kirin di nava du saetan de şewat vemirandin. Yekîneyên agirkujiyê karkerên Sûriyeyî Hamza Nasır (18) û Mahmut Maruf ji nava şewatê derxistin. Karkerê ji nava şewatê derxistin ji ber jahrîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên karkeran ji bo otopsiyê bi ambulansê rakirin Saziya Tipa Edlî.