EFRÎN – Komên OSO yên girêdayî Tirkiye dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê yên li ser riya Raco ya Efrînê gulebaran kirin.
Piştî Tirkiye bi hevkariya eskerên OSO ketin Efrînê welatiyên ku di Efrînê de mane her kêlî bi kiryarên dizî, talanî, kuştin, îşkence, revandin, tecewiz, tacîz, şewtandina bax û baxçeyan re rû bi rû tên. Li gor agahiyan eskerên OSO ji bo talaniyê ewil esnafên li ser riya Raco tehdît kirin û piştre jî gulebaran kirin. Çavkaniyekê ji herêmê ragihand ku duh di saetên sibehê de eskerên OSO dikandarên li ser riya Raco bê hincet bi girtinê tehdît kirin û piştre jî dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê gulebaran kirin. Çavkaniyan anî ziman ku eskerên OSO ji van dikandarên ku gulebaran kirine pere xwestibûn û li ser vê yekê jî gulebaran kirine. Çavkanî da zanîn ku di gulebaranê de kesekî di buroya dovîzê de birîndar bûye.
MA / Erdogan Altan