ŞENGAL - Êzidiyên li gundê Koço ya Şengalê ku di 15’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Êzdiyên li gundê Koço ya Şengalê k udi 15’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kutştin, hatin bibîranîn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn merasima bîranînê hat lidarxistin. Xizmên kesên hatin qetilkirin, bi sedan Êzidiyên dîl ketibûn destên DAIŞ û dûre hatin rizgarkirin û Êzidiyên koçber kiribûn û dûre vegeriyan welatê xwe, beşdarî merasîmê bûn.
Êzidî destpêkê çûn dibistana DAIŞ’ê ya di êrîşê de jin û zilam li kom kiribûn. Dibistana weke mûze tê bikaranîn, weneyê 254 kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin daliqandine. Jinên Êzidî bi deqeyan li ser xizmên xwe yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn giriyan û zêmar berz kirin. Piştî bîranîna li dibistanê, goristana komî ya gundê hat ziyaret kirin. Di dema biranîna li gund de, balafirên şer Çiyayê Şengalê bobembaran dikirin.