AMED –Şevê din bi hezaran polîs bi maşîneyên zirxî gelek kolan û taxên Amedê xistine bin ablukayê û maşîneyan û rêwiyan radiwestînin û nasnameyên wan kontrol kirin.
Li navçeyên Rezan, Sûr, Yenişehir û Peyasê yên Amedê bi hezaran polîs bi maşîneyên zirxî, li gelek tax û kolanan nokteyên kontrolê danîne û maşîne û rêwiyên di rêde derbas dibin radiwestandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Şeva 15'ê tebaxê polîsan li gelek tax û kolanan gelek nokteyên kontrolê danîn. Polîsan bi minasebeta salvegera 15'ê Tebaxê gelek kolan û tax bi maşîneyên zirxî û çekên lûledirêj kirin bin ablukayê. Polîsan maşîne û rêwî rawestandin û li maşîne û ser rêwiyan lêgerin kirin. Nasnameyên rêwiyan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin. Bi taybetî polis bi komên 10-15 kesan bi çekên lûledirêj li kolanên Sûrê geriyan û welatî rawestandin.
Polîs li AMV yan jî bi komî geriyan. Ablukaya polîsan heta derengê şevê berdewam kir.