DERSIM - Şewata li Dersimê ya piştî operasyona leşkerî û bombebarên balafirên şer rû da li herêmê belav dibe û bi hezaran hektar şewitîn.
Piştî operasyona leşkerî ya li Deşat Bozan, herêmên Zogar, Derekoy, Kozûlca, Koçkozûlca, Zengî, Degîrmendere, Dundul, Geyîksûyû û Alîbogazi yên li navçeyên Pilur, Çemîşgezek û Xozadê yên Dersimê hat meşandin, li herêmê şewat derket. Ji ber şewatê herêmek ji hezar hektarî zêdetir şewitî.
Hat diyar kirin ku destûr nayê dayîn kes şewatê vemirîne. Desteya Parastina Mûnzûrê derbarê şewatê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ji bo vemirandina şewatê, bang kir.