ENQERE – Serokwekîlên Koma HDP'ê ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bînin, dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), serê hefteyê di civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK) de civînek lidarxist û çû hin plansaziyan. Di civînê de hilbijartinên herêmê, ji bo muxalefeteke demokratîk xebatên îtifaqê û hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015'an de hevdîtin pê re pêk nayê û tecrîda li ser wî hat nîqaşkirin. Hat hînbûn ku ji bo dawî li tecrîdê bê û rê li ber hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin hin biryar hatine girtin.
WÊ SERÎ LI WEZARETA DADÊ BIDE
Li gor vê yekê, ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin dê Serokowekîlên Koma HDP'ê di demeke nêz de serî li Wezareta Dadê bidin. Herî dawî Heyeta Îmraliyê di Nîsana 2015'an de hevdîtin bi Ocalan re pêk anîbû û ji wê rojê heta niha tu hevdîtin pêk nehatine. Eger wezaret bersiveke erênî bide HDP'ê, dê piştî 2 salan cara ewil bi Ocalan re hevdîtin bê çêkirin.
Nehat diyarkirin ku dê kengî serî li Wezareta Dadê bê dayîn, lê belê hat diyarkirin ku dê piştî betlaneya cejnê hewldanên ji bo vê yekê dest pê bikin. Her wiha dê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê ji bo tecrîda li ser Ocalan bibe rojev dê nameyeke berfireh ji seferatan re bê şandin.
Her wiha di civîna MYK'ê de li ser hilbijartina herêmî ku tê payîn dê di Adara 2019'an de an jî bi awayekî pêşwext bê kirin jî hat sekinandin. Ji bo vê yekê ji bo amadekariyên avakirina komîsyonan dê amadekarî bên kirin. Her wiha ji bo hilbijartina herêmî di civînê de li ser avakirina muxalefeteke demokratîk xebatên îtifaqê jî hat axaftin.
AMADEKARIYÊN YEKÎ ÎLONÊ
Her wiha di civînê de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî hat nîqaşkirin û ji bo beşdarbûyîna mîtîngên ku dê li Stenbol û Amedê pêk bên biryara xebateke berfireh hat girtin.