Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke

img

SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê Muzeya Emnesureke 22 salin şahidiya komkujiya li ser kurdên 4 perçeyên Kurdistanê hatiye meşandin dike. Muze di heman demê de hişekî ava dike û komkujiya li ser gelê kurd pêş dikeve radixe ber çavan. Ev muzeya ku berê navenda îşkenceya serdema Sedam bû, niha şahidiya îşkenceyê dike. Lê li Amedê Girtîgeha Amedê ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû hêj girtîgeh e. 

Muzeya Emnesureke ya Neteweyî, 22 salin li Silêmaniyê şahidiya komkujî û îşkenceya li ser gelê kurd pêş dikeve dike. Muze her diçe rastî eleqeyek mezin tê. Her rojê 20-40 kes diçin ziyaret dikin. Rayedarên muzeyê diyar kirin ku ji Emerîqa, Almanya, Îtalyan, Firansa, Îran, Iraq, Sûriye û gelek welatên cîhanê tên Silêmaniyê û muzeyê ziyared dikin. 
 
Navenda êşkence, kuştin, heqaret û lêdanê ya ku rejîma Baas li dijî Kurdan bikar di anî, niha wekî “navenda vegotina dîroka bi êş” hem bîranînan zindî dihêle, hem jî peyamên girîng dide. Emne Sûreke (emniyeta sor) ku di dema rejîma Sedam de li dijî Kurdan wekî dojehê dihat bikaranîn, di roja îroyîn de bûye muzexaneya çîrok û komkujiya li ser kurdan a bi êş. Çîrokên ji êşkencekirina girtiyan bigire heta Enfal, windahiyan û qirkirina bi armanca tinekirina nasnameya gelê Kurd dihewîne û her çîrokekê ji ya din bi êştir e. Emne Sûreke dikeve Taxa Eqar a li navenda Silêmaniyê. Di sala 1979'an de li ser daxwaza hikûmeta wê demê ya Iraqê ji bo Kolêja Ziraetê (Çandiniyê) li ser erdekî bi rûpîvana 16 hezar û 880 çargoşeya metreyan hatiye avakirin. Lê di di sala 1980'an de rêveberiya ewlehiya Silêmaniyê dest danî ser û veguherand navenda Rêveberiya Ewlehiya Silêmaniyê. Heta raperîna sala 1991'an weke navenda girtin, kuştin û gulebarankirina ciwanên Kurd hate bikaranîn. Navê xwe ji rengê xwe girtiye Rengê avahiya Emne Soreke di navbera sor û qehweyî de ye. Lewma di nava gel de wekî “Emne Sureke (Emniyeta Sor)” tê pênasekirin. Raperîna 1991’an dawî li zordariyê anî
 
GELÊ SILÊMANIYÊ LI VIR RASTÎ ÎŞKENCEYA GIRAN HAT
 
Dema ku di 7'ê Adara sala 1991'an de li dijî rejîma Baas li Başûrê Kurdistanê raperîn destpê kir, Emne Sureke jî bû yek ji hedefên serekê yên gel. Gelê Silêmaniyê li vê navenda gelek zordarî, heqaret, binpêkirin û îşkence dîtibûn, lê belê qet jibîr nekiribûn. Lewma di raperînê de yekser berê xwe dan vir û di êvara 7’ê Adarê de dawî li zordariyê anî. 
 
HEM BÛ ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ HEM JÎ BÛ ŞAHIDÊ KOÇBERIYÊ 
 
5 salan koçber tê de man. Piştî rizgarkirina navendê, avahiya Emne Sureke heta sala 1996'an bû stargeha koçberan. Koçberên ku cihek wan tunebû, li van avahiyan hatin bicîhirin. Piştî ku ji bo koçberan cîhek din hat amadekirin, êdî Emne Sureke jî hat valakirin.  Dema avahî hat valakirin, hinek derdoran xwestiye ku vê navendê veguherînin navenda bazirganiyê. Lê bi pêşengeya hevjîna Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî  Hêroxan Îbrahîm wekî şahidiya dîrokê veguherandin mûzexaneyê. Navê wê jî kirin “Muzexaneya Niştimanî ya Emne Sureke”.
 
SERPÊHATÎ, ÊŞ Û ÇANDA KURDAN DIDE PÊŞANDAN
 
Muzexane li gorî çîrok û  serpêhatiyên hatine dîtin, hatiye dabeşkirin û her beşek mijarekê vedibêje. Di qata yekem de korîdorek heye û di dema rejîma Baas de efser di vir de derbasî jor dibûn. Niha ev der weke şikeftan hatiye dîzayînkirin û bîranînên enfal û gundên Kurdistanê yên hatin wêrankirin hene. Ji bo bîranîna 182 hezar kesên ku di enfalê de hatine qetilkirin, 182 hezar parçeyên awêneyan (eynik) li dîwarên vê korîdorê hatine daliqandin. Wekî sembola gundên di enfalê de hatine wêrankirin, 4 hezar û 500 lampe jî li şikeftê hatine danîn. Dîsa salonek ji beşê şervanên kurd ên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirine hatiye avakirin. Beşek ji mayin û teqemeniyê ku bi sedan pêşmerge û şervanên kurd birîndar kirine hatiye raxistin. Li avahiyeke jî çand û kelepora kurdan hatiye pêşandan. 
 
EM DÊ MUZEYÊ MEZIN BIKIN
 
Berpirsiyarê Arşîva Muzeyê Emnesureke Dilşad M.Qadir, diyar kir ku ew wêne û çîrokê hemû kurdên di şer de jiyana xwe ji dest dane û niha amadekariya ku beşek ji çar qat û 100 odeyan pêk tê lê zêde bikin. 
Qadir, anî ziman ku wan dest bi restorasyona avahiyê kirine û armanc dikin ku di nava salekê de vê beşê temam dikin û hemû şervanên kurd ên li dijî DAIŞ'ê û di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane li vê beşê zêde bikin. 
 
 
HEM WARÊ ÎŞKENCEYÊ Û HEM JÎ WARÊ BERXWEDANÊ ZINDANA AMEDÊ 
 
 
Wekî Emnesureke ku navenda îşkenceya rejîma Seddam bû, li Amedê jî Zindana Amedê di serdema Kenan Evren û darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû. Lê tevî AKP'ê soz dabû tevî saziyên kurdan serlêdan kiribûn jî hêj zindana Amedê nehatiye girtin û hêj bi sedan girtî li vir girtî ne. Dema Hikûmeta AKP'ê soz da ku vê girtîgehê bigirin. Lê hikûmetê xwest vê zindanê bike dibistan û şûna îşkenceyê bigire. Hikûmetê ji bo ku şopa zulm, wahşet, îşkence, hovîtî û cînayetên xwe wenda bike, tu delîl û belgeyê, tu cî û warê van hovîtiyan li pey xwe nehêle, di destpêkê da xwest vê zindana kela zulmê bigre û bike dibistan, ya jî tiştekî din. Bike dibistan, ji bo ku zarokên kurd li ciyên ku bav û kalên wan bi hovîtiyeke mezin lê hatine qetilkirin çavgirtînko û bi gogê bilizîn.
 
Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê ya Hewildana 78'an jî di 30'ê îlona 2012'an bi armanca ''5emîn Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan' û darbekarên 12'ê Îlonê û tevkarên Girtîgeha Amedê bên darizandin" mitîngek li dar xistibûn. Hewldana 78'an 5 sal in li ser Girtîgeha Amedê xebat meşandin û xwestin bibe muze. Ji bo îşkencya di salên1980 û 1984'an de ronî bikin û hezar û 500 mexdûrên îşkenceyê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Ji bo zindan bibe muze gelek semîner û panelan li dar xistin. 100 hezarî zêdetir îmze kom kirin û dan serokwezîrtiyê. Hemû şexsiyet û hêzên kurd bi israr li dijî projeye dewletê ya dibistanê derketin û xwestin ku ev kela zulmê, ji bo ku kurd serpêhatî û dîroka xwe, zulm û wahşetê û liberxwedana gernasên kurdan ji bîr nekin bibe muze. Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, li Amedê di merasima vekirina nexweşxaneyekê da li ser girtina zindana Amedê got, li dewsa zindanê ewê kampusa perwerdehiyê ava bikin lê beşekî jê ewê weke sembol bikin muze. Eker da zanîn ku wan beriya hilbijartinan soz dabû ku zindana Amedê vala bikin û ji bo ku wehşeta li vê zindanê neyê jibîrkirin, beşekî jê bikin muze.
 
ZINDANA AMEDÊ LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ NAVENDA BERXWEDANÊ YE 
 
 
Zindana Amedê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an bû kela zulm, îşkence û li dijî zilmê cihê berxwedanên girtiyên PKK'ê bûn. Pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan li dijî zilmê li ber xwe da û di 21'ê Adarê de bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û bû sembola berxwedan û ronahiyê. Pêşengên PKK'ê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz li dijî îşkenceyê ketin rojiya birinê û bedena xwe li dijî îşkenceyê kirin merdal û jiyana xwe ji dest dan. Ferhat Kurtay, Necmî Oner Mahmut Zengîn û Eşref Anyik jî li dijî îşkenceya darbeya 12'ê Îlonê ya leşkerî û rejîma wê demê li ber xwe dabû û li dijî îşkenceyê agir berdan bedena xwe û bûn sembola berxwedanê. 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2018
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN
16/08/2018
20:58 Malbatên Roboskiyê: Em ne di heman keştiyê de ne
19:20 Nehiştin heyeta serbixwe têkeve Kampa Penaberan a Telhamûtê
19:05 Heyeta HDP û KCD'ê li Dersimê herêmên dişewitin lêkolîn kirin
16:36 Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn
16:11 Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye
16:07 Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
15:43 KCD: Êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
14:38 MYK HDP’ê: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin
14:29 Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin
14:25 Waliyê Dersimê: Wêneyê şewatê ne aîdî Dersîmê ne
Hunermend Ferhat Tunç: Dîmen li Alîbogaziyê hat kişandin
14:16 Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
14:07 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê banga tevlêbûnê
13:39 ‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
13:38 Parêzerên Ocalan cara 781’emîn serî li dozgeriyê dan
13:01 2 karekrên Sûriyeyî di şewata fabrîqeya pêlavan de mirin
13:00 Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû
12:33 OSO du dikan gulebaran kir
12:24 Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin
11:53 Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe
11:46 Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da
11:38 Êzidiyên li Koço jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn
11:37 Amediyan şeva xwe di bin ablukaya polîsan re derbas kir
10:55 Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene
10:36 Şewata li Dersimê belav dibe
10:17 Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin
09:21 Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
09:20 'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
09:20 ‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye'
09:19 HDP ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bide
09:18 Teblîxatên tehdîtê ji xwediyên malên ku naxwazin malên xwe bifiroşin re dişînin!
09:18 'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'
09:17 Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn
09:16 Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe
09:15 'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’
09:14 Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
15/08/2018
22:19 Ji bo birayê xwe bibîne çû girtîgehê hat binçavkirin
22:13 Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin
17:37 Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin
16:20 'HDP bi binçavkirinan tu carî gavan paşve navêje'
15:56 Serokê Desteya Rêveberiya Rêxistina Efû Kiliç hat berdan
15:35 Turan ê HDP’î: Yên krîzê ava dikin dê bedela wê bidin
14:38 Li Agiriyê 24 binçav kirin
14:10 Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin
14:07 Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin
13:47 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye
13:27 Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan
12:44 Serlêdana duyem jî ya ji bo Brunson hat redkirin
12:09 2 leşker li Semsûrê birîndar bûn
12:04 Li Antalya agir bi daristanê ket
11:52 Li Mêrsînê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:32 Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir
11:26 Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e
11:07 Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne
10:55 Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin
10:46 Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:38 Di dowîzê de hamleyek nû
10:00 'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'
09:13 'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye'
09:13 Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe
09:12 Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin
09:11 'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’
09:11 Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN
14/08/2018
21:38 Li Dersimê pevçûn
20:19 Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin
18:52 Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn
16:52 Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
16:01 Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin
15:46 Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin
15:22 HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir
15:15 Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene!
14:29 Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin
14:28 Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû
13:59 Parêzerê Brunson îtîrazî hepsa malê kir
13:34 PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike
13:19 ENKS, daxwaza MSD`ê Ya Sûriyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne
12:53 Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin
12:18 Li Bursayê serdegirtina malan
12:07 Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst
12:06 ‘Çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe’
11:17 Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
10:41 Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin
10:18 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin
09:45 Li dijî HDP’ê operasyon
09:26 Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
09:16 Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb
09:16 Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e
09:15 Ji bo dawî li aloziyê bê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
09:14 Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim
09:13 Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
09:13 Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin
09:12 Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
09:12 Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
09:11 Li Colemêrgê dema şahiyên berxbiran
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
13/08/2018
19:34 Şewata li Dersimê belav dibe
17:35 Cenazeyê Atakan Mahîr hat wergirtin
17:03 Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin