* Sewalvanên ku li benda Cejna Qurbanê bûn, niha xeyalşikestî bûne. Resûl îlter, anî ziman ku 40 sal in ew vî karî dike û ji bo Erdogan got: "Heta ku em destekê bidinê dê ev krîz dewam bike."
* Rêxistinên jinan, bertek nîşanî skandala ku li Kampa Penaberan a Telhamûtê ku xebatkarên mêr ên kampê fuhûş li jinên penaber ferz dikin dan û xwestin rêya kampên penaberan ji bo saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl bên vekirin.
* Dest bi rûxandina Taxa Kîrazlitepeyê hat kirin ku Şaredariya Uskudarê ew xistibû nav projeya veguherîna bajêr. Şêniyên taxê yên mûvafakatname îmze kirin diyar kirin ku teblîxat ji wan re hatiye şandin û di teblîxatê de wiha hatiye gotin: "Eger di nav 15 rojan de hûn ji malên xwe dernekevin, dê gaza we ya xwezayş, ceryan û ava we bê qutkirin."
* Dê serokwekîlên Koma HDP'ê ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Wezareta Dadê bidin.
* Li Amedê, her çend ber destê cejnê be jî, lê li çarşî û bazaran bêdengiyek heye. Esnaf û welatiyên ku gazinan ji fiyetên biha dikin diyar dikin ku wan heta niha krîzeke wiha nedîtiye.
* Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê (baxlemeyê) kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya elewîtiyê ye.
* Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erol katircioglû, destnîşan kir ku Papaz Brûnson rehîn tê girtin û got: "Dema mirov krîzê bi Amerîkayê ve girêde ev tê wateya keysperestiya siyasî ya Tayyip Erdogan."
* Li Silêmaniyê Muzeya Emnesureke 22 salin şahidiya komkujiya li ser kurdên 4 perçeyên Kurdistanê hatiye meşandin dike. Muze di heman demê de hişekî ava dike û komkujiya li ser gelê kurd pêş dikeve radixe ber çavan.
* Komeleya Jinan a Hilberîna Sîmex a bi armanca avakirina qadên îstîhdamê yên jinan projeyan bi rê ve dibe, bi projeya Şûştina Oto Melkes Mor, qadeke xebatê ya ji bo jinan ava kir. Komele, armanc dike ku bi projeyên xwe nêrîna civakê ya der barê jinan de jî biguherîne.”
* Germava Zerene ya di navbera Colemêrg û Wanê de ji ber bêxwedîtiyê her diçe nayê bikaranîn. Ji vegirtina qûnaxbûnê bigire gelek pirsgirêkên wê hene. Welatiyên diçin germavê gotin: “Li şûna em şîfayê bigirin, lê em tengasiyên mezin re rû bi rû dimînin.”
* Federasyona Komeleya Dersimê, ji bo balê bikişîne ser şewatên piştî operasyonên leşkerî yên rû dan, dê li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî bide çapemeniyê. (19.30)
* Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, dê li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, dê di çorçoveya pîrozbahiyên "1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" de li Odeya Endezyarên Makîne ya Taksîmê civîna çapmeniyê pêk bîne. (12.00)