MÊRSÎN - Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, bertek nîşanî operasyonên li dijî rêveber û endamên partiyê da û got: “Kesên bawer dikin ku HDP dê bi binçavkirinan paşve gav bavêje, xwe dixapînin.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Ridvan Turan, derbarê operayonên li dijî rêvber û endamên partiyê yên li gelek bajêrên Tirkiyeyê de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Turan di civînê de axivî û wiha got: “Serê sibê di serdegirtinan de Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Sevgî Aktaş jî dinavê de 15 kes hatin binçavkirin. Desthilatdar dixwaze kes dengê xwe dernexe û kes polîtîkayên wan ên bêkêr rexne neke. Dixwazin bi awayekê bêdeng AKP wisan desthilatdariya xwe bi rêve bibe.”
‘OPERASYONÊN DESHILATDARIYÊ NE’
Turan, destnîşan kir ku heya partiya wan hebe, ewê polîtîkayên dijminantiya gel a AKP’ê teşhîr bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên bawer dikin ku HDP dê bi binçavkirinan paşve gav bavêje, xwe dixapînin. Îro 15 endam û rêveberên partiya me hatin girtin û tê gotin biryara binçavkirin gelek kesên din jî heye. Li ser dosyayê jî biryara sînordarkirinê hatiye danîn. Em hinceta binçavkirinan baş dizanin. Ev operasyon bi ferma desthilatdariyê li dijî HDP’ê pêk tîne. Em bang li desthilatdariyê dikin ku bêşert û merc hevalên me berde û dest ji van pêkanînên xwe yên dijdemokratîk berde.”