ÊRSÎN – Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê, Ridwan Turan, di daxuyaniya Genel Îş'ê ya der barê krîza aborî de axivî û diyar kir ku dixwazin fatoreya vê krîzê ji pişta karkeran derxin. Turan, anî ziman ku yên krîzê derdixin dê bedela vê yekê jî bidin.
Şaxa Genel Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê ya Mêrsînê têkildarî krîza aborî li Parka Zarokên Azad (Ozgur Çocuk Parkı) daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên sendîkayê di daxuyaniyê de parkarta “Kedkaran krîz ava nekirine, bedela wê jî kesên krîz ava kirine dê bidin." vekirin. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Rıdvan Turan, Parlamenterê CHP'ê Alpay Antmen, Ali Mahir Başarir û Cengiz Gokçel, Serokê Baroya Mêrsînê Bilgin Yeşilbogaz, nûnerên HDP, EMEP, DBP, CHP, ÎHD, Halkevleri, TUAYDER, SES, BES, Egitim Sen, NKP ku ji Mêrsîn û navçeyên Mêrsînê hatibûn amade bûn. Serokê Şaxa Genel Îş'ê Kemal Goksoy daxuyanî xwend. Goksoy, anî ziman ku ew bi pergala Neo Lîberalîzmê re rû bi rû ne û yên Tirkiye bi rêve dibin teslîmî welatên derve kirine. Goksoy, da zanîn ku pergala neoliberal ku ketiye qeyranê dixwaze li ser pişta kedar û karkeran hebûna xwe bi parêze.
QESR BI DOLARAN AVA KIRIN
Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînkê Ali Mahir Başari jî anî ziman ku serdema 3 şitlên azadiyê yên ciwan ku hatin darvekirin û niha dişibe hev û wiha got: "li aliyekî dixwazin malê DYA boykot bikin û li aliyê din peyman û bazirganiya çekan dikin. Niha qesr ava kiriye. Ev qesr jî li ser dolaran ava kiriye. Ger ku li şûna aştiyê şer bixwaze û peymana çek û balafirên şer bi DYA re bike dê halê Tirkyiye wisa be."
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê, Ridwan Turan jî der barê krîza aborî de axivî û diyar kir ku dixwazin fatoreya vê krîzê ji pişta karkeran derxin. Turan, anî ziman ku yên krîzê derdixin dê bedela vê yekê jî bidin. Divê li vî welatî bi lez demokrasî bê ava kirin. Divê berî her tiştî azadî bê avakirin.