AGIRÎ - Li navçeyên Bazîd, Giyadin, Panos û Zêtka, di serdegirtinên malaa de 24 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Bazîd, Giyadin, Panos û Zêtka yên Agiriyê, di serdegirtinên malan de, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bazîdê Fatma Oral û Ahmet Şah Sari jî dinavê de 24 kes hatin binçavkirin. Wezareta Karê Hûndir, kesên hatin binçavkirin weke endamên PKK/KCK’ê îlan kir. Hat diyar kirin ku 24 kesên hatin binçavkirin li Midûryetên Polîsan ên bajêr û navçeyan tên girtin.