MÊRSÎN – Li Mêrsînê li dijî rêveber û endamên HDP’ê operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş jî di nav de herî kêm 20 kes hat binçavkirin.
Li navçeyên Tarsûs, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê polîsan serê sibê bi ser gellek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de deriyên hin malan bi giranan şikandin û ketin hundirê malan. Li malan lêgerîn pêk hat û serûbin kirin. Piştî lêgerîna li malan Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş jî di nav de hatin binçavkirin.
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. Tê payîn hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ye: Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş, rêveberên HDP’ê yên Mêrsînê Îlhamî Yurtsever, Mehmet Koçak û Nasîh Çetînkaya, Kadrî Beştaş, Dîlan Hzar û Ferhat Pişgîn.