'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’

  • rojane
  • 09:11 15 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL – Di ser girtina Rojnameya Ozgur Gundemê re 2 sal derbas bûn. Gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Zana Kaya, diyar kir ku Ozgur Gundem ji çandeke ku heqîqetê bigihîne gel tê û got: “Îro dibe ku Ozgur Gundem tune be û weşaneke din hebe. Tim û tim di navbera civak û heqîqetê de pirek tê avakirin û dê bê avakirin.” 

Rojnameya Ozgur Gundemê du 16’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 8’an a Stenbolê ve hat girtin. Piştî girtinê polîsan avêt ser avahiya rojnameyê ya li Taksîmê û gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Zana Kaya û midûrê karê nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya jî di nav de 24 rjnamgere hatin binçavkirin. Kaya û Kizilkaya hat girtin û 22 rojnamevanên din hatin berdan. Kaya 5 mehan û Kizilkaya jî 16 mehan di girtîgehê de man. Rojnameya ku bi biryara dadgehê hat girtin di 29’ê Îlona 2016’an de jî bi KHK’ê careke din hat girtin. 
 
‘PIŞTÎ BIDAWÎKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ ÇEWISANDIN ZÊDEBÛN’ 
 
Zana Kaya, bilêv kir ku Ozgur Gundeê yek ji rojnameyên girîng ên Tirkiyeyê bû û ji ber mafê nûçegirtinê yê gel esas digirt hat girtin. Kaya, bi bîr xist bi “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” ku di 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin daxwaza ji bo aştiyê ya civaka Tirkiyeyê zêde bûbû û got: “Lê pêvajoya çareseriyê di 2015’an de hat bidawîkirin. Bi bidawîkirina pêvajoyê re polîtîkayên çewisandinê yên li ser çapemeniyên muxalif ketin dewrê. Ev çewisandin ewil li ser Ozgur Gundemê pêk hatin.” 
 
Kaya, destnîşan kir ku gava ewil a çewisandinê li ser çapemeniyê pêk hat û got: “Çewisandina çapeneiya ku daxwazin civakê dida der bû destpêka pêvajoyeke nû. Çewisandina li ser Ozgur Gundemê jî di asasê xwe de bû gava ewil a çewisandinê. Êrîşa ku Ozgur Gundemê hedef girt, paşê li ser çapemeniya muxalif a Tirkiyeyê bi tevahî belav bû. Bi girtinan di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de pêleke mezin dest pê kir.” 
 
‘JI BER ME RASTÎ DINIVÎSAND LI XWEŞA ÎKTÎDARÊ NEDIÇÛ’ 
 
Kaya, destnîşan kir ku sedema sereke ya hedefgirtina Ozgur Gundemê ew bû ku, îktîdar tehamulî rastiyê nedikir û got: “Di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de nivîsandina rastiyan bedêlên giran divê. Ji ber ku me weşangeriyeke li ser navê civakê dikir, me nikaribû em heqîqetê ji civakê veşêrin. Lê li ser navê civakê nivîsandina me ya rastiyan li xweş aîktîdarê neçû. Ji ber me çewisandin, zilm, îşlence û rastî bi wêne û vîdeoyan parve dikir, îktîdar nerihet bû. Piştî helwdana darbeye bi demeke kurt hikûmet hewldana darbeye veguherand fersendekê û berê xwe da derdorên muxalif. Çewisandin, binçavkirin û girtina Gundemê div ê çarçoveyê de ye. Bû destpêka mudaxilekirina siyaseta demokratîk û şaredariyan.” 
 
‘OZGUR GUNDEM JI ÇANDA HEQÎQETÊ YE’ 
 
Kaya, bilêv kir ku di pêvajoya çewisandin û girtinan de serdemeke nû dest pê kir û got: “Siyaseta Tirkiyeyê ket serdemeke nû. Rêyên xwegihandina rastiyê bi temamî hatin girtin. Dema em li rewşa çapemeniyê dinerin, em çewisandina li ser Ozgur Gundemê bêtir fêm dikin. Tirkiye di krîzên mezin de ye, lê belê hema bêje çapemeniyeke ku vê yekê binivîse û heqîqetê berpêşî civakê bike tune ye. Çapemenî nêzî îktîdarê ye û hema bêje bi heman manşet û sernavan dertê. Ev çapemeniya ku pesnê îktîdarê dide ser binpêkirinên mafan, xizaniyê digire. Ozgur Gundem çanda heqîqetê diparast. Niha hin rojnameyên din vê yekê dewam dikin. Çiqasî bê veşartin bila bê veşartin rastî bi awayekî rêya xwe dibîne. Îro dibe ku Ozgur Gundem tune be û weşaneke din hebe. Tim û tim di navbera civak û heqîqetê de pirek tê avakirin û dê bê avakirin.” 
 
‘EM HATIN DESTESERKIRIN LÊ ME DEV JI NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BERNEDA’ 
 
Kaya got: “Em ji ber nûçeyên xwe hatin girtin. 5 mehan girtî mam. Bi rastî jî ew pêvajo pêvoyên zehmet bûn, lê dostên me û rojnamevanên ku bi ser çewisandinê ve diçin hêz dan me. Em hêzdar in, çimkî em mafdar in. A rast e hatin desteserkirin. Eger hiqûq bi awayekî rastî neye kirin, ev desteserkirin e. Di her çewisandin û di her zilmê de jî em ragihandina heqîqetê esas digirin. Em ê tu carî dev ji vê çanda ragihandina heqîqetê bernedin. Tu tutş wekî heqîqetê ne hêzdar e. Berpirsiyariya me heqîqet e. Girtîgeh jî ji bo me qadên têkoşînê ne. Niha gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr di girtîgehan de li be rxwe didin. Em ê jî taliya talî heqîqetê bigihînin civakê.” 
 
MA / Elif Çetiner
 

Sernavên din

17/08/2018
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN
16/08/2018
20:58 Malbatên Roboskiyê: Em ne di heman keştiyê de ne
19:20 Nehiştin heyeta serbixwe têkeve Kampa Penaberan a Telhamûtê
19:05 Heyeta HDP û KCD'ê li Dersimê herêmên dişewitin lêkolîn kirin
16:36 Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn
16:11 Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye
16:07 Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
15:43 KCD: Êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
14:38 MYK HDP’ê: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin
14:29 Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin
14:25 Waliyê Dersimê: Wêneyê şewatê ne aîdî Dersîmê ne
Hunermend Ferhat Tunç: Dîmen li Alîbogaziyê hat kişandin
14:16 Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
14:07 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê banga tevlêbûnê
13:39 ‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
13:38 Parêzerên Ocalan cara 781’emîn serî li dozgeriyê dan
13:01 2 karekrên Sûriyeyî di şewata fabrîqeya pêlavan de mirin
13:00 Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû
12:33 OSO du dikan gulebaran kir
12:24 Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin
11:53 Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe
11:46 Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da
11:38 Êzidiyên li Koço jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn
11:37 Amediyan şeva xwe di bin ablukaya polîsan re derbas kir
10:55 Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene
10:36 Şewata li Dersimê belav dibe
10:17 Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin
09:21 Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
09:20 'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
09:20 ‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye'
09:19 HDP ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bide
09:18 Teblîxatên tehdîtê ji xwediyên malên ku naxwazin malên xwe bifiroşin re dişînin!
09:18 'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'
09:17 Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn
09:16 Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe
09:15 'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’
09:14 Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
15/08/2018
22:19 Ji bo birayê xwe bibîne çû girtîgehê hat binçavkirin
22:13 Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin
17:37 Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin
16:20 'HDP bi binçavkirinan tu carî gavan paşve navêje'
15:56 Serokê Desteya Rêveberiya Rêxistina Efû Kiliç hat berdan
15:35 Turan ê HDP’î: Yên krîzê ava dikin dê bedela wê bidin
14:38 Li Agiriyê 24 binçav kirin
14:10 Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin
14:07 Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin
13:47 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye
13:27 Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan
12:44 Serlêdana duyem jî ya ji bo Brunson hat redkirin
12:09 2 leşker li Semsûrê birîndar bûn
12:04 Li Antalya agir bi daristanê ket
11:52 Li Mêrsînê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:32 Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir
11:26 Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e
11:07 Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne
10:55 Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin
10:46 Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:38 Di dowîzê de hamleyek nû
10:00 'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'
09:13 'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye'
09:13 Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe
09:12 Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin
09:11 'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’
09:11 Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN
14/08/2018
21:38 Li Dersimê pevçûn
20:19 Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin
18:52 Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn
16:52 Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
16:01 Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin
15:46 Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin
15:22 HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir
15:15 Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene!
14:29 Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin
14:28 Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû
13:59 Parêzerê Brunson îtîrazî hepsa malê kir
13:34 PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike
13:19 ENKS, daxwaza MSD`ê Ya Sûriyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne
12:53 Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin
12:18 Li Bursayê serdegirtina malan
12:07 Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst
12:06 ‘Çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe’
11:17 Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
10:41 Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin
10:18 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin
09:45 Li dijî HDP’ê operasyon
09:26 Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
09:16 Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb
09:16 Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e
09:15 Ji bo dawî li aloziyê bê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
09:14 Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim
09:13 Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
09:13 Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin
09:12 Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
09:12 Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
09:11 Li Colemêrgê dema şahiyên berxbiran
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
13/08/2018
19:34 Şewata li Dersimê belav dibe
17:35 Cenazeyê Atakan Mahîr hat wergirtin
17:03 Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin