QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin

  • rojane
  • 14:50 20 Cotmeh 2017
  • |
img

REQA- Fermandariya QSD’ê civîna çapemeniyê lidar xist û rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê bi awayekî fermî ragîhand. QSD’ê diyar kir ku ew rêveberiya Reqayê radestî Melcîsa Sivîl a Reqayê bikin û ewlekariya wê jî dê radestî hêzên ewlekariya hindirîn bikin. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî da û rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê bi awayekî fermî ragihand. Daxuyanî bi beşdarbûna Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, Hevseroka Meclîsa Federaliya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk Foza Yûsif, Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed, endam û rêveberên Melcîsa Sivîl a Reqayê, nûnerên Meclîse Sivil a Demokratik  a Minbicê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Bakurê Sûriyê û hejmarek mezin ji rojnamavan û xebatkarên çapemeniyê ve ji aliyê Berdevkê Fermî yê QSD’ê Mîralayî Tetla Silo ve li lîstgeha mezin a reqayê (Meleb Beledî) hat xwendin.
 
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: 
 
“Bi navê Fermandariya Giştî ya Fermandariya QSD’ê em îro bi serbilindî ji dilê bajarê Reqayê serkeftina hêzên xwe ya di cenga mezin a ji bo têkbirina teroristên DAIŞ’ê di paytexta wan a binav dikirin (bajarê El-Reşîd, Bûka Firatê) bajarê Reqa ya Sûriyê radighînin.
 
Em vê serkeftina dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybvet malbatên qurbaniyên terorê ên ji ber terora wan a li Sûriyê gelek êş kişandine dikin.
 
XWÎNA CIWANAN KURD, EREB, TIRKMEN, SURYAN Û ENTERNASYONALIST KET AXA REQQA
 
Bi vê boneyê em bejna xwe li ber rihê şehîdên xwe yên qehreman ên bi mêrxasî şer kirin û rola wan di rigarkirina taxên bajar de serke bû ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin.  Di heman demê de em qehremanên xwe yên birîndar jî silav dikin û hêviya şifaya lezgîn ji wan re dikin û hêvîdar in ku zû vegerin meydanên şer. Şehîdên Hemleya rizgarkirina Reqayê ew in ê ev serkefitna pîroz sazkirine. Li ser vê xakê xwîna 655 ciwanên Sûriyê yên kurd, ereb, Turkmen,suryan û ên anternasyonalîst ên Tirk, Emrîkî û Birîtanî ket nava hev. Di rizgarkirina derdora 450 hezar welatiyên sivîl ên Reqayê derketin û jiyana wan bi ewle kirin.
 
Em spasiya hemû hêzên di bin banê QSD’ê û hêzên piştigiriya wê kirin ji YJŞ yên qehreman, YBŞ, hêzên Asayîşê, hêzên ewlekariya hundirîn, HPC, hêzên Erka xweparastinê û tabûra şervanên Anetnasyolast dikin. Her wiha spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî û komên şêwrî yên leşkerî ku cihê xwe di meşandina çalakiyên leşkerî yên li ser erdê de girtin jî dikin.
 
Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên bi hemû hêza xwe ji bo rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin û erka xwe û nameya xwe ya mirovahî pêk anîn jî silav dikin.
 
EM REQA RADESTÎ MECLÎSA SIVÎL DIKIN
 
Em piştgiriya menewî û madî ku Meclîsa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên herêmî ji hêzên re pêşkêşkirin, bilind dinirxînin. Ev serkeftina me serkeftina li dijî teroristên hov in. Rizgarkirina Reqayê dibe beşê dawî yên efsaneya şerê li dijî terorista DAIŞ’ê ya li Sûriyê. Ev evsana ji bajarê Kobanê yê berxwedanê destpê kir. Ji rihê berxwedanê ku şervananan di qada berxwedana Kobanê ya 134 rojan de destnîşan kirin, destpê kiriye. Di wê berxwedanê de şervanan karîbûn rêxistina terorista ya herî hov di cîhanê de têk bibe. Têkçûna teroristan ya duyemîn jî di şerê rizgarkirina Reqayê ku ew jî 134 rojan dewam kir de bû. Bi vê yekê hebûna terorstên ku mirovahî xistiye xeterê tacedar kir û bi awayekî mezin hebûna rêxistina terrorist a leşkerî pêk anî.
 
Em di Fermandariya Giştî ya QSD’ê de, radighînin ku em ê rêveberiya bajarê Reqa û gundên wê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. Em ê karê ewlekariya sivîlên bajar û gundên wê jî radestî hêzên Ewlekariya Hundir a Reqayê dikin. Em soz didin ku em ê sîorê parêzgehê ji hemû gef û tehdîdên derve biparêzin.  Em tekez dikin ku şêniyên parêzgeha Reqayyê dê di çarçoveya Sûriya Demokratîk a ne navendî de pêşeroja xwe diyar dikin. Bi vê yekê wê şêniyên parêzgehê bi xwe rêveberiya xwe bikin.
 
EM BANG LI HEMÛ RÊXISTINÊN MIROVAHIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ DIKIN
 
Em bang li hemû dewlet û hêzên ji azadî û aştiyê hez dikin, hemû rêxistinên mirovî û navdewletî dikin ku cihê xwe di xebatên jinûve avakirina bajar û gundên wê de cih bigirin û di rakirina bermahiyên şer û wêraniya ku ji ber çeteyan pêk hat de cih bigirin.
 
Bi vê ragîhandinê me rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê radighînin.  Em niha li beranberî erkeke din in, ew jî avakirin û pêkanîna aramiya li bajarê rizgarkiriye. Ev bi hevgirtinê dê pêk were.Li ser vî esasê em bang li hemû şêniyên Reqayê bi hemû pêkhateyên wê yên ereb, kurd, Turkmen û suryanî ku bi yek deswtî ji bo jinûve avakirina bajar û gundê wê kar bikin û rêveberiyeke yekbûyî ku nûnertiya îradeya hemûyan bike pêk bînin. Da ku bibe bingeh ji bo geşkirin û pêşxistina bajarê dewlemend.
 
Şehîd namirin û şifa acil ji birîndaran. Mirin û têkçûn ji teroristan re û şermî ji hemû aliyên piştgiriya wan dikin re.”
 
Piştî daxuyaniyê Fermandarên HSD’ê der barê vegera sivîlan û çalakiyên leşkerî yên HSD’ê yên li gundewarên Dêrazorê û deverên din ên Sûriyê bersiva pirsên rojnamavanan dan.
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne