QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin 2017-10-20 14:50:49 REQA- Fermandariya QSD’ê civîna çapemeniyê lidar xist û rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê bi awayekî fermî ragîhand. QSD’ê diyar kir ku ew rêveberiya Reqayê radestî Melcîsa Sivîl a Reqayê bikin û ewlekariya wê jî dê radestî hêzên ewlekariya hindirîn bikin.  Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî da û rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê bi awayekî fermî ragihand. Daxuyanî bi beşdarbûna Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, Hevseroka Meclîsa Federaliya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk Foza Yûsif, Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed, endam û rêveberên Melcîsa Sivîl a Reqayê, nûnerên Meclîse Sivil a Demokratik  a Minbicê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Bakurê Sûriyê û hejmarek mezin ji rojnamavan û xebatkarên çapemeniyê ve ji aliyê Berdevkê Fermî yê QSD’ê Mîralayî Tetla Silo ve li lîstgeha mezin a reqayê (Meleb Beledî) hat xwendin.   Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:    “Bi navê Fermandariya Giştî ya Fermandariya QSD’ê em îro bi serbilindî ji dilê bajarê Reqayê serkeftina hêzên xwe ya di cenga mezin a ji bo têkbirina teroristên DAIŞ’ê di paytexta wan a binav dikirin (bajarê El-Reşîd, Bûka Firatê) bajarê Reqa ya Sûriyê radighînin.   Em vê serkeftina dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybvet malbatên qurbaniyên terorê ên ji ber terora wan a li Sûriyê gelek êş kişandine dikin.   XWÎNA CIWANAN KURD, EREB, TIRKMEN, SURYAN Û ENTERNASYONALIST KET AXA REQQA   Bi vê boneyê em bejna xwe li ber rihê şehîdên xwe yên qehreman ên bi mêrxasî şer kirin û rola wan di rigarkirina taxên bajar de serke bû ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin.  Di heman demê de em qehremanên xwe yên birîndar jî silav dikin û hêviya şifaya lezgîn ji wan re dikin û hêvîdar in ku zû vegerin meydanên şer. Şehîdên Hemleya rizgarkirina Reqayê ew in ê ev serkefitna pîroz sazkirine. Li ser vê xakê xwîna 655 ciwanên Sûriyê yên kurd, ereb, Turkmen,suryan û ên anternasyonalîst ên Tirk, Emrîkî û Birîtanî ket nava hev. Di rizgarkirina derdora 450 hezar welatiyên sivîl ên Reqayê derketin û jiyana wan bi ewle kirin.   Em spasiya hemû hêzên di bin banê QSD’ê û hêzên piştigiriya wê kirin ji YJŞ yên qehreman, YBŞ, hêzên Asayîşê, hêzên ewlekariya hundirîn, HPC, hêzên Erka xweparastinê û tabûra şervanên Anetnasyolast dikin. Her wiha spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî û komên şêwrî yên leşkerî ku cihê xwe di meşandina çalakiyên leşkerî yên li ser erdê de girtin jî dikin.   Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên bi hemû hêza xwe ji bo rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin û erka xwe û nameya xwe ya mirovahî pêk anîn jî silav dikin.   EM REQA RADESTÎ MECLÎSA SIVÎL DIKIN   Em piştgiriya menewî û madî ku Meclîsa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên herêmî ji hêzên re pêşkêşkirin, bilind dinirxînin. Ev serkeftina me serkeftina li dijî teroristên hov in. Rizgarkirina Reqayê dibe beşê dawî yên efsaneya şerê li dijî terorista DAIŞ’ê ya li Sûriyê. Ev evsana ji bajarê Kobanê yê berxwedanê destpê kir. Ji rihê berxwedanê ku şervananan di qada berxwedana Kobanê ya 134 rojan de destnîşan kirin, destpê kiriye. Di wê berxwedanê de şervanan karîbûn rêxistina terorista ya herî hov di cîhanê de têk bibe. Têkçûna teroristan ya duyemîn jî di şerê rizgarkirina Reqayê ku ew jî 134 rojan dewam kir de bû. Bi vê yekê hebûna terorstên ku mirovahî xistiye xeterê tacedar kir û bi awayekî mezin hebûna rêxistina terrorist a leşkerî pêk anî.   Em di Fermandariya Giştî ya QSD’ê de, radighînin ku em ê rêveberiya bajarê Reqa û gundên wê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. Em ê karê ewlekariya sivîlên bajar û gundên wê jî radestî hêzên Ewlekariya Hundir a Reqayê dikin. Em soz didin ku em ê sîorê parêzgehê ji hemû gef û tehdîdên derve biparêzin.  Em tekez dikin ku şêniyên parêzgeha Reqayyê dê di çarçoveya Sûriya Demokratîk a ne navendî de pêşeroja xwe diyar dikin. Bi vê yekê wê şêniyên parêzgehê bi xwe rêveberiya xwe bikin.   EM BANG LI HEMÛ RÊXISTINÊN MIROVAHIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ DIKIN   Em bang li hemû dewlet û hêzên ji azadî û aştiyê hez dikin, hemû rêxistinên mirovî û navdewletî dikin ku cihê xwe di xebatên jinûve avakirina bajar û gundên wê de cih bigirin û di rakirina bermahiyên şer û wêraniya ku ji ber çeteyan pêk hat de cih bigirin.   Bi vê ragîhandinê me rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê radighînin.  Em niha li beranberî erkeke din in, ew jî avakirin û pêkanîna aramiya li bajarê rizgarkiriye. Ev bi hevgirtinê dê pêk were.Li ser vî esasê em bang li hemû şêniyên Reqayê bi hemû pêkhateyên wê yên ereb, kurd, Turkmen û suryanî ku bi yek deswtî ji bo jinûve avakirina bajar û gundê wê kar bikin û rêveberiyeke yekbûyî ku nûnertiya îradeya hemûyan bike pêk bînin. Da ku bibe bingeh ji bo geşkirin û pêşxistina bajarê dewlemend.   Şehîd namirin û şifa acil ji birîndaran. Mirin û têkçûn ji teroristan re û şermî ji hemû aliyên piştgiriya wan dikin re.”   Piştî daxuyaniyê Fermandarên HSD’ê der barê vegera sivîlan û çalakiyên leşkerî yên HSD’ê yên li gundewarên Dêrazorê û deverên din ên Sûriyê bersiva pirsên rojnamavanan dan.